Zirarên êrîşên li ser Îranê bi qasî 270 milyar dolarî ne

Berdevka hikûmeta Îranê Îro, roja 14'ê nîsana 2026'an, diyar kir ku li gorî texmînên destpêkê zirarên ku ji ber êrîşên Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê çêbûne li dora 270 milyar dolarî têne texmînkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî medyaya Îranê, Berdevka hikûmeta Îranê Fatime Muhaceranî di hevpeyvînekê de bi ajansa nûçeyan a RIA Novosti ya Rûsyayê re, roja sêşemê wiha got:

"Yek ji mijarên ku şandeya me ya dan û standinan wê dişopîne û di hevdîtinên li Îslamabadê de jî hat şopandin, mijara tazmînatên şer e.

Carinan divê ziyan di çend tebeqeyan de werin lêkolînkirin û ziyana Îranê ji êrîşên Amerîka û Îsraîlê niha bi qasî 270 milyar dolarî tê texmînkirin."

Di şerê 40 rojî yê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, gelek navendên leşkerî û ewlehiyê yên Îranê hatine armancgirtin.

Her wiha li gorî ku artêşên Amerîka û Îsraîlê ragihandine, êrîşên li ser Îranê zêdetirî 16,000 hedef di nav xwe de girtine.

Di vî şerî de, binesaziya Îranê, di nav de kargehên pola, kompleksên petroşîmyayî yên Mahşehr û Eslûwîyeyê û her wiha pir jî hatine armancgirtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye