Tulay Hatîmogullari: Pêwîst e zextên li ser muxalefetê bi dawî bibin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê, Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku zextên desthilatê, bandoreke neyînî li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike. Tulay Hatîmogullari got, divê desthilat guh bide daxwazên gel û zextan bi dawî bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Meclisê di komcivîna partiya xwe de têkildarî geşedanên di rojevê de axivî.

Tulay Hatîmogullari di destpêkê de komkujiya Enfalê bi bîr anî û ew roj weke “şerma dîrokê” pênase kir û wiha got: “Bi sed hezaran kes hatin qetilkirin û gund bûn goristan.

Me ew êş ji bîr nekiriye û em ji bîr nakin. Daxwaza me ya edaletê zindî ye."

Her wiha Tulayê da zanîn ku Îsal jî weke her sal ji bo ku Tirkiye xwişk û biratiyê nîşanî Kurdan bide, em ê pêşnûmeqanûna komkujiya Enfalê bidin Meclisê da ku wek “komkujî” were qebûlkirin. 

"Rejîma Îranê bi zexita ku li welatiyên xwe dike, rewabûna xwe jî winda dike"

Tulay Hatîmogullari tekildarî geşedanên şerê li dijî Îranê jî anî ziman ku ew geşedana agirbestê erênî dibînin û wiha domand: “Ji bo ew agirbest bi aştiyeke mayînde encam bigire, ezmûna yekemîn neyînî derbas bû."

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê têkildarî zexta ku Dewleta Îranê dike, axivî û got: "Rejîma Îranê bi zexta li welatiyên xwe dike re rewabûna xwe jî winda dikin.

Divê rejîma Îranê biryara darvekirina muxalîfan bi dawî bike û demokratîk bibe.

Demokratîkbûna dewletan li dijî destwerdanên mêtingerîyê xurt dibe. Çiqas ji demokrasiyê dûr bikeve, ewqas jî ji destwerdanên derve re vêkirî dibe. Em weke DEM Partîyê li dijî şer in."

Tulay: Ji ber şerê Îranê aboriya Tirkiyê têk diçe

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku şerê li Îranê bandorê li ser Tirkiyê jî dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aboriya Tirkiyê her ku diçe têk diçe û qeyran mezin dibe. Welatiyên Tirkiyê nikarin debara xwe bikin."

Tulay da zanîn ku li Tirkiyê talana xwezayê jî didome û wiha pê de çû: “Her der ji şîrketên madene re bi parsel hatine firotin. Li dijî vê talanê em hemû di têkoşînê de ne. Gundî li dijî vê talanê ji bo parastina axa  di nobetê de ne."

Tulay Hatîmogullari derbarê civînên wan li darxistine de jî da zanîn ku gelek geşedan û kirîzên heyî rojeva wan bûne û wiha axivî:

“Me li ser van mijaran ji bo xurtkirina têkoşînê nirxandin kir.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk xebatên dikarin bikin me plansazî kirin."

Tulay di berdewamiya axaftina xwe de wiha da zanîn: "Jin rastî kuştin û tundiyê tên. Lê Wezareta Malbatî û Civakî weke ku ew yek tune ye xebatan dike.

Ji aliyê din ve gel dixwaze sepanên qeyûman û zextên li ser muxalefetan bi dawî bibe û hevşeredar vegerin ser karê xwe.

Ew zext bandoreke neyînî li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike. Divê desthilat guh bide gel û van sepanan bi dawî bike.

Em heta dawiyê li pişt banga Aştî û Civaka Demokratîk in. Em ji bo vê jî xebatên xwe didomînin û çi bibe bila bibe em dev jî vê têkoşînê bernadin.”

"Elewî hê jî rastî tunehesibandinê tên"

Her wiha gelek girtiyên siyasî weke Figen Yuksekdag, Selahattîn Demirtaş, Ekrem Îmamoglu û Can Atalay bi awayekî li dijî hiqûqî di girtîgehan de ne.

Em careke din girtiyên siyasî li vir silav dikin. Di heman demê de Elewî hê jî rastî tunehesibandinê tên.

Elewî dixwazin baweriya wan bi awayekî fermî bê qebûlkirin û di çerçoveya hemwelatiya wekhev de hemû mafên wan bên bicihanîn."

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di dawiya axafina xwe de, da zanîn ku ew ê di 1ê Gulanê de li dijî qetilkirina karkeran, kedxwarî, talana xwezayê, bê edaletî û tundiya zayendî li kolanan bin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye