Gideon Sa'ar: Em aştiyê bi Libnanê re dixwazin, lê Hizbulah astengî ye

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar got ku welatê wî aştî û normalîzekirina têkiliyan bi Libnanê re dixwaze.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar got ku welatê wî aştî û normalîzekirina têkiliyan bi Libnanê re dixwaze û îdia kir ku astengiya sereke Hizbulaha Libnanê ye.

Sa'ar di civîneke çapemeniyê de wiha got:

“Em dixwazin aştî û normalîzekirina têkiliyan bi dewleta Libnanê re pêk bînin.

Di navbera Îsraîl û Libnanê de nakokiyên mezin tune ne, lê pirsgirêk Hizbulaha Libnanê ye.”

Roman Gofman: Karê me li Tehranê bi dawî nebûye

Di heman demê de, serokê nû yê Mossadê Roman Gofman ragihand ku, mîsyona Îsraîlê li Tehranê hîn bi dawî nebûye.

Roman Gofman wiha axivî:

"Çil rojên şer bûne sedema destkeftiyên pir girîng.

Mossadê careke din li navenda Tehranê xebitî, îstîxbarata rast da artêşa Îsraîlê û mûşekên ku gef li me dixwarin hedef girt, lê mîsyona me hîn neqediyaye."

Ev daxuyanî du rojan piştî ku ofîsa Serokwezîr Benjamin Netanyahu roja yekşemê ragihand ku General Roman Gofman wê di destpêka Hezîranê de, piştî pejirandina komîteya berpirsiyar a ji bo tayînkirinên payebilindan, rêveberiya Mossadê bigire destê xwe, hat.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye