Gabbard, di dema pirsyarên tîma Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump de, li ser şerê Îranê, şîrove kir ku hikûmeta Îranê neketiye, lê pir lawaz bûye".
Her wiha diyar kir ku êrîşên li dijî Îranê gelek ji şiyanên wê lawaz kirine.
Rêveberê îstîxbarata Amerîkayê tekez kir ku rejîma Îranê gefê li Amerîkayê dixwe û eger ew ji operasyonên heyî sax bimîne, ew ê hewl bide ku hêz û balafirên xwe yên bêpîlot zêde bike.
Wê îdia kir ku Îran û hevkarên wê hîn jî dikarin êrîşî berjewendiyên Dewletên Yekbûyî û hevalbendên wê li Rojhilata Navîn bikin.
Rêvebera Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê Tulsi Gabbard piştrast kir ku bernameya dewlemendkirina uranyûmê ya Îranê di êrîşên Hezîrana borî de hate wêrankirin.