Reuters: Washington ji bo rola Sûriyê li dijî Hizbullahê zextê dike

Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê dewam dike. Ji bo bêçekkirina Hizbullahê jî Îsraîlê dest bi operasyona bejahî kiribû. Niha jî DYA zextê li Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dike da ku hêzên xwe bişîne rojhilatê Libnanê û di bêçekirina Hizbullahê de alîkariyê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Zextên Amerîkayê yên li ser Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di tevlîbûna wê ya şerê bi Îran û mîlîsên wê re zêde dibin.

Reuters'ê diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Hikûmeta Veguhêz teşwîq kiriye ku hêzên xwe bişîne rojhilatê Libnanê da ku di bêçekkirina Hizbullahê de bibin alîkar.

Lê Şam hîn jî dudil e, ji ber ku ditirse bikeve nava şerekî herêmî û aloziyên mezhebî girantir bike.

Li gorî çavkaniyan, sala borî di peywendiyên navbera rayedarên Amerîkî û Sûriyê de ev pêşniyar cara yekem hate kirin.

Niha jî ev daxwaz bi zêdebûna aloziya di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de careke din hat dubarekirin.

Çavkaniyan da zanîn ku Hikûmeta Veguhêz, her çend bi baldarî vê vebijêrkê dinirxîne jî, lê meyldar e ku ji her destwerdana leşkerî ya rasterast di nav axa Libnanê de dûr bisekine.

Ev xeterî îhtîmala êrîşên Îranê û bandorên navxweyî yên ku dikarin bibin sedema nearamiyê, nemaze li deverên bi piranî Şîe, vedihewîne zêde bike.

Şam û hevalbendên xwe yên Ereb li hev kirin ku Sûriye tevlî şer nebe

Berpirsekî payebilind ê Sûrî destnîşan kir ku Şam bi hevrêziya bi hevalbendên xwe yên Ereb re, tercîh dike ku li derveyî aloziyê bimîne û xwe bi tedbîrên parastinê sînordar bike.

Berpirs diyar kir ku hêzên leşkerî yên ku berî çend hefteyan bo sînorê bi Libnanê re hatine şandin, armanca wan parastina ewlehiya navxweyî û kontrolkirina sînor e.

Li aliyekî din jî, Libnanê diyar kir ku tu nîşaneyên têkildarî plana destwerdana Sûriyê nîn in û anî ziman ku hevrêziya bi Şamê re tenê bi mijarên ewlehiyê ve sînordar e.

Her çend biryareke dawî nehatiye dayîn jî, çavkaniyan destnîşan kir ku, ger şerek rasterast di navbera dewleta Libnanê û Hizbullahê de derkeve, vebijêrka destwerdanê li ser maseyê dimîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye