Tulay Hatîmogullari: Qanûna çarçoveyî ne ya AKP'ê ye

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku "Qanûna Çarçoveyî" ne malê AK Partiyê ye û armanca wê ya sereke bidawîkirina şer û misogerkirina aştiyê ye, her wiha ev qanûn girtiyên siyasî yên wekî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî vedihewîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniyekê de,Tulay Hatîmogullariyê destnîşan kir ku divê pêvajoya heyî ne wekî hesabekî hilbijartinê, lê wekî gaveke ji bo bidawîkirina şer û çareserkirina pirsgirêkan bê dîtin. Tulay Hatîmogullari bal kişand ser windahiyên aborî û mirovî yên şer, û da zanîn ku çavkaniyên aborî yên ji bo şer hatine xercirin dikarin jiyana civakê biguherînin. Her wiha wê tekez kir ku qanûn girtiyên siyasî yên wekî Demîrtaş û Yuksekdag vedihewîne û binpêkirina biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û DMMEyê rexne kir.

Di dawiyê de,Tulay Hatîmogullariyê anî ziman ku di bin siyasetek ku qeyûm têne sepandin û qanûn têne binpêkirin de, çêkirina destûreke nû ne pêkan e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye