Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan der barê qanûna çarçoveyî de heta amadekiriyên Kongreya Partiya xwe daxuyaniyeke dîdbarî da ragihandinê û pirsên rojnamevanan bersivandin.
Ayşegul Dogan destpêkê der barê qanûna çarçoveyî de axivî û da zanîn ku Desteya Şopandin û Tespîtê dê di rojên bê de, çawa xebatên xwe bike û kîjan beşên civakê di bin banê xwe de bigire, wê diyar bike.
Ayşegul Dogan bal kişand ser rewşa Abdullah Ocalan û bi lêv kir ku ji bo pêvajo bi rêk û pêk bi rê ve biçe, divê şert û mercên wî werin guhertin û Ocalan bi eşkere vê pêvajoyê bi rê ve bibe.
Ayşegul Dogan: Pêvajoya 2015'an bi ser biketa evqas şehadet çênedibûn
Ayşegul Dogan şînên ku ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiya Kurd tên lidarxistin, bi bîr xist û wiha berdewam kir:
"Em niha qala aştiyê dikin, divê em bi tiştên berê ku qewimîne re rûbirû bibin.
Em niha qala vegeran dikin.
Heke pêvajoya sala 2015'an bi ser biketa ewqas mirin û şîn jî nedibûn.
Divê dê û bavên wan kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane bên cem hev û şîna xwe bi hev re bigirin.
Êşên xwe bi hev re bijîn.''
Ayşegul Dogan: Divê Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed ji bo Tirkiyê bên vexwendin
Berdevka Dem Partiyê bal kişand ser geşdanên li Sûriyê diqewimin û da zanîn ku ger li Tirkiyê aştiyek mayînde pêk were dê bandorek mezin li hêrêmê jî bike.
Her wiha derbarê xwefesihkirina QSD'ê û erka nû ya Mazlûm Ebdî de jî got, Mazlûm Ebdî heta niha di nav şer de bû lê niha êdî wî vîna siyaseta demokratîk derxist holê.
Dogan bilêv kir ku êdî Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed divê bi awayek fermî dawetî Tirkiyê bên kirin.
Ayşegul Dogan: Kongre bi girseyî nayê lidarxistin
Ayşegul Dogan bal kişand ser li darxistina kongreya DEM Partiyê ya asayî ku dê di 6 Îlone de li Enqereyê were lidarxistin û destnîşan kir ku amadekariyên kongreya wan didomin û ew vê kongreyê bi delegeyên xwe re li dar bixin.
Dogan pirsa di derbarê mijara hevserokatiyê û taybet jî gotegotên ji bo hevserokên nû ku navê Leyla Zana û Selhettîn Demîrtaş derbas dibe wiha bersivand:
Ayşegul Dogan herî dawî destnîşan kir ku ji bo pêvajo bigihije encamê çi ji destê wan bê dê bikin.