Mazlûm Ebdî: Ji pêvajoya entegrasyonê veger tune ye
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyê Mazlûm Ebdî, di Foruma MERI de bi berfirehî behsa rewşa Sûriyê, pêvajoya entgrasyonê û yekîtiya neteweyî kir.Mazlûm Ebdî got ku ji bo Kurd li Rojavayê Kurdistanê bighêjin mafên xwe û çareseriyeke mayinde pêk were, divê mafê Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de were pêkanîn.