Bayram Bozyel: Kurd bi tifaqeke neteweyî dikarin bigihîjin azadiyê

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) yê Giştî Bayram Bozyel li ser yekitiya gelê Kurd û nîqaşên di derbarê Kongreyê de nirxandinan kir û got: “Ji xeynî tifaq û yekîtiyê tu alternatîf li pêşiya hêzên Kurd tune ye. Tenê bi riya tifaqeke berfireh û neteweyî, Kurd dikarin bigihin armanc û azadiya xwe.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Geşedanên li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê û li Rojhilata Navîn diqewimin bandorê li ser pêşeroja gelê Kurd jî dikin.

 

Dema li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku piranî gelê Kurd lê dijî û li ser Rojava êriş dest pê kirin li her çar parçeyan Kurdistanê û diaspora gelê Kurd bi yek deng û awazê banga yekitiyê kirin.

 

Lê di nava partî, sazî û dezgehên Kurdan de hêj jî yekîtiyeke berbiçav nehatiye avakirin.

 

Her çiqas hewldanên partî, sazî û dezgehan ji bo pêkhatina yekîtiyê hebin jî hêj yekîtiya gelê Kurd pêk nehatiye.

 

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) yê Giştî Bayram Bozyel li ser yekitiya gelê Kurd, Kongreya Neteweyî û yekbûna partî û dezgehên li Rojhilatê Kurdistanê axivî.

 

 

‘Gelê Kurd ji salên berê zêdetir hişyar e’

 

 

Bayram Bozyel li ser yekîtiya gelê Kurd ev tişt anî ziman:

 

“Dewletên dagirker êdî wekî berê nikarin hukmê xwe bimeşînin.

 

Ev jî tê wê wateyê ku, zemîna yekîtiya neteweyî ji duh zêdetir amade ye.

 

Gelê Kurd jî ji salên berê zêdetir hişyar e.

 

Nimûneya vê yekê jî di çalakiyen ku ji bo Rojavayê Kurdistanê hatin lidarxistinde me dît.

 

Kurd rabûn ser piyan, daxwazên gelê Kurd bi yek dengî anîn ziman.

 

Divê partiyên Kurdî û partiyên Kurdistanî jî li ser bernameyeke rêkûpêk li hev bikin.

 

Mebesta min ew e; divê em gelê Kurd wekî neteweyekê pênase bikin û em qebûl bikin ku mafê Kurdan heye li ser axa xwe jiyan bikin û xwe îdare bikin."

 

 

‘Kongreya neteweyî bi tifaq û yekîtiyê pêkan e’

 

 

Bayram Bozyel di dawiya axaftina xwe de wiha got:

 

"Bi ya min, divê partiyên Kurdî werin bahev.

 

Divê li ser bernameyeke rêkûpêk û neteweyî lihevkirin bê avakirin.

 

Kongreya Neteweyî, tenê dema ku li her perçeyî tifaqa Kurdî hebe, dikare li ser wê bingehê were lidarxistin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye