BI SER QETILKIRINA QASIMLO RE 36 SAL DERBAS BÛ

Bi ser qetilkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî re 36 sal derbas bûn. Rejîma Îranê 36 sal berê pêşengên Kurd li paytexta Awustaryayê bi qomployekî şehîd kir in.

reset font size increase font size

Îro salvegera qetilkirina Sekreterê Berê yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye. 

Di 13’ê Tîrmeha 1989’an de Doktor Qasimlo, Abdullah Qadirî û Fazil Resûl bi qomployekî namerdane  hatin qetil kirin. 

Qasimlo  û hevrêyên wî  ji bo bi rêbazên aştiyane pirsgireka Kurd li Îranê çareser bikin bi rêjîma Îranê re dema muzakere dikirin ji aliyê rejîma Îranê ve hatin şehîd kirin. 

Dr. Qasimlo di 22’yê Kanuna 1936’an li gundekî girêdayî Bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. 

BÛ ŞAHIDÊ DÎROKEK JI AGIR
Dr. Qasimlo hêj di ciwantiya xwe de ji bo doza Kurd û demokrasiyê di nav tevgerê de bû. Qasimlo hêj 16 salî bû Komara Kurdistanê ya Mehabadê ruxiya û li Meydana Çarçira Qazî Mihemed hate sêdare kirin. Şahidiya vê dîroka ji agir kirin li ser jiyana Dr. Qasimlo  bandoreke mezin dike.  

Piştî ruxîna Komara Mehabadê Dr. Qasimlo pêşî diçeTahranê û ji wir jî derbasî Çekoslovakyayê ku partiya sosyalîst hatibû ser kar bû. Di sala 1952’an de dîsa vegeriya Îranê û bû endamê partiya TUDEH’ê.

Di sala 1970’an de Qasimlo vedigere Rojhilatê Kurdistanê û bi çend endamên partiyê re partiyê ji nû ve birêxistin dike. Di Hezîrana 1971’ê de dibe endamê komîteya navendî ya Hizba Demokrat û di sala 1973’yan de wek sekreterê giştî yê partiyê tê hilbijartin.

JI BO ÇARESERIYÊ GELEK CARAN HEVDÎTIN PÊK ANÎ
Dr. Qasimlo b dirûşmeya "Ji Îranê re demokrasî, ji Kurdistanê re otonomî" gelek caran bi rejîma Îranê re hevdîtinan pêk tîne lê encam nagire. Di sala 1988'an de li Awusturyayê Dr. Qasimlo û Rejîma Îranê dîsa dest bi hevdîtinan kirin. Di runiştina seyem ya hevdîtinan de şandeya Îranê şertê tenê hatina şandeya Dr. Qasimlo kiri bû. 
Ji ber vê yekê hevdîtina 13’yê Tîrmeha 1989’an ya li Viyanayê pêk hat de Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Ebdullah Qadirî Azer û Fazil Resûl û şandeya Îranê ya ji Mihemed Cehferî Sehrarûdî (Berpirsê Wezareta Îstixbarata Parêzgeha Kurdistanê), Mistefa Acûdî (Parêzgarê Sine) û Mensûr Bozurgiyan (Nûnerê Taybet yê artêşa pasdaran) pêk dihat tine bûn. 

Di hevdîtinê de çend kesên çekdar dikevin hundir û Dr. Qasimlo û hevalên wî gulebaran dikin û şehîd dixin.

Ji ber zextên Îranê yên li ser dewleta Awusturyayê ev bûyer heya niha nehatiye zelal kirin.

Dr. Qasimlo di hevdîtanan de dibêje: “Eger daxwazên me li ber çavan neyên girtin, nifşek din dê daxwaza cudabûnê bike. Em nifşê demokrasî û xweseriyê ne.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24