Trump plana beşdarbûna partiyên Kurd di şer de, pêşwazî kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja pêncşemê got ku ew piştgiriya beşdarbûna şervanên girêdayî partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê di êrîşên li dijî dewleta Îranê de dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja pêncşemê piştgiriya xwe ji bo beşdarbûna hêzên Kurd di şerê Îran û Amerîka-Îsraîlê de kir.

 

Donald Trump wiha lê zêde kir:

 

"Ez difikirim ku ew pir baş e, ku ew dixwazin vê yekê bikin.

 

Ez bi tevahî piştgiriya wan dikim."

 

Ji roja Şemiyê ve ku êrîşên Amerîka û Îsraîlê dest pê kirin.

 

Îranê komên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê ne, armanc kiriye.

 

Dewleta Îranê wan bi xizmetkirina berjewendîyên Rojavayî û Îsraîlê tawanbar kiriye.

 

Li aliyekî din, Serokê Amerîkayê tekez kir ku ji bo operasyonên li dijî Îranê, depoyeke bêsînor a çekan li welatê wî heye.

 

Trump wiha axivî:

 

"Depoyeke me ya bêsînor heye.

 

Bi hezaran guleyên me yên cebilxaneyê hene."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye