Konseya Parastinê ya Îranê ragihand ku eger hêzên Kurd derbasî nav Îran û Rojhilatê Kurdistanê bibin, ew ê hemû saziyên Herêma Kurdistanê armanc bikin.
Konseya Parastinê daxuyaniyek belav kir û tê de rasterast xitabî Herêma Kurdistanê kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Em ji dost û birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê re radigihînin.
Ku heta niha tenê baregehên Amerîka, Îsraîl û komên cudaxwaz ên li herêmê hatine armancgirtin.
Lê eger ew kom derbasî nav sînorên Îranê bibin, dê hemû saziyên Herêma Kurdistanê werin armancgirtin."