Hevberdevkên Komîsyona Kedê ya DEM Partî Sevtap Akdag û Mehmet Bozgeyîk, bi lêv kirin ku ew dê bi daxwaza nan û aştiyê di 1'ê Gulanê de li hemû bajaran li qadan bin û bang li welatiyan kirin ku li qadan bi hev re daxwazên xwe mezin bikin.
Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê, tekildarî bernameya ji bo 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê bi diruşmeya, “Ji bo nan, aştî û edaletê bi hev re ber bi 1'ê Gulanê ve” li navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da.
Hevberdevkên Komîsyona Kedê ya DEM Partî Mehmet Bozgeyîk û Sevtap Akdag metna daxuyaniyê xwendin.
'Polîtîkayên şer xizaniyê kûr dikin'
Di serî de Sevtap Akdag axivî û bi lêv kir ku ew îsal dê ji bo nan, edalet û aştiyê li qadan bin û wiha domand: “Her ku diçe şerê emperyalîstan kûr dibe û kriz û xîzanî zêde dibe.
Li rex vê yekê berxwedana gelan jî mezin dibe. Polîtikayên şer xizaniyê mezin dike û kedê bêqîmet dike.
Her wiha hêviya aştiyê jî qels dike. Li cihê ku şer hebe pêşeroja gelan jî tarî dibe.
Ji bo wê daxwaza aştiyê parastina kedê ye.
Ji bo wê em ê îsal bi daxwaza aştiyê jî li qadan bin. Sînorê birçîbûnê ji 30 hezar TL'yî boriye.”
‘Em ê ji bo jin kedkar û Kurdan li qadan bin’
Em ê têkoşîna xwe ya li dijî kesên çav berdan nanê me mezintir bikin. Daxwaza me ya nan jî wê li qadan be.
Her wiha keda jinan ji nedîtî ve tê dîtin. Li dijî vê jî em ê bi hemû daxwazên azadiya jinan li qadan bin.
Em ê ji bo daxwazên edalet û aştiyê yên gelê Kurd jî li qadan bin. Em ê li hemû bajaran li qadan bin. Werin em bi hev re daxwaza aştî û azadiyê bilindtir bikin.”
‘Divê qada Taksîmê ji karkeran re vebe’
Mehmet Bozgeyîk jî bi lêv kir ku ew ê di 1'ê Gulanê de bi karkeran re werin cem hev û wiha pê de çû: “Em ê bi hemû daxwazên xwe li qadan bin.
Dema 1'ê Gulan tê gotin Qada Taksîmê tê bîra mirov. Lê mixabin ew heşmendiya qedexekar 23 sal in qedexeya Taksîmê didomîne.
Em bang li desthilatê dikin ku qada Taksîmê ji karkeran re vebikin. Ez careke din hemû gelê me ji bo bilindkirina daxwazan vedixwînim qadan.”