Piştî 40 rojî ji şerê di navberra Amerîka û Îranê de, duh di saetên sibehê de agirbest hate rgihandin.
Her wiha Îranê daxwaz dikir ku Libnan jî tevlî agirbest bibe, lê Îsraîl jî hîna êrîşên xwe yên li ser Libnanê berdewam dike.
Neteweyên Yekbûyî daxwaza lêpirsînekê li ser êrîşên esmanî yên Îsraîlê ku li ser Libnanê pêk hatine, dike.
Volker Tûrk, xwest ku di derbarê êrîşên Îsraîlê yên li dijî Libnanê de,lêpirsînek were vekirin û sûcdar werin darzandin.
Yvette Cooper : Em dixwazin bibînin ku Libnan beşdarî agirbestê dibe
Ji aliyekî ve Wezîra Derve ya Brîtanya Yvette Cooper derbarê êrîşa li ser Libnanê got ku bombebarana li ser Libnanê ji aliyê Îsraîlê ve "bi awayekî pir wêranker e".
Her wiha Yvette Cooper ji Radyoya Times re got:
"Em dixwazin bibînin ku Libnan jî di agirbestê de cih bigre.
Em dixwazin ku agirbest were dirêjkirin da ku Libnanê jî di nav xwe de bigre ji ber ku têkçûna vê yekê dê tevahiya herêmê bê îstîqrar bike."
Pêwîst e Îsraîl tavilê êrîşên xwe yên li ser Libnanê rawestîne
Ji aliyekî din ve, Wezareta Karên Derve ya Misrê diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê niyeta Îsraîlê ya astengkirina hewldanên navneteweyî yên ji bo kêmkirina aloziyê nîşan didin û hewldaneke nû ya Îsraîlê ye ji bo ku herêmê bixe nav tevliheviyê.
Wezaretê, tekez kir ku pêwîst e Îsraîl tavilê êrîşên xwe yên li ser Libnanê rawestîne piştî ragihandina agirbesteke du-hefteyî ji aliyê Amerîka û Îranê ve.
Her wiha di daxuyaniyekê de wezaretê wiha got:
"Ev ragihandina rawestandina operasyonên leşkerî divê di rawestandina tavilê ya êrîşên xwe yên dubare li ser Libnanê bi cidî ji aliyê Îsraîlê ve were nîşandan."
Macron : Pabendbûna agirbestê bi Libnanê re jî şertekî pêwîst e
Ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê, serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî piştgiriya xwe ji bo agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de ragihand û tekez kir ku ji bo agirbest pêbawer û demdirêj be, divê Libnanê jî di nav xwe de bigire.
Emmanuel Macron, li ser hesabê xwe yê X'ê ragihand ku ew bi rêya telefonê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û Serokê Amerîkayê Donald Trump re axiviye.
Macron hêvî kir ku hemû alî rêzê li agirbestê bigirin û got:
"Pabendbûna agirbestê bi Libnanê re jî şertekî pêwîst e ji bo ku ev agirbest pêbawer û demdirêj be."
Di dawiyê de Emmanuel Macron got ku divê ev gav rê li ber dan û standineke berfireh xweş bike ku ewlehiya hemû aliyan li Rojhilata Navîn biparêze.
Welatên Kendavê û hin welatên cîhanê xwestin ku Libnan jî tevlî agirbestê bibe
Welatên kendavê û hin welatên Cîhanê wekî Erebistana Siûdî, Moroco, Cîn, Ameratên Yekbûyî yên Erebî jî bi daxuyaniyên cuda piştgiriya agirbesata di navbera Îran û Amerîkayê nîşan dan.
Welatên navborî xwestin ku Libnan jî tevlî agirbestê bibe.