Awistralya 11 keştiyên leşkerî ji Japonyayê dikire

Awistralya hêza xwe ya deryayî zêdetir dike û bi 6 milyar dolar, 11 keştiyên leşkerî ji Japonyayê dikire.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê berevaniyê yê Awistralya Richard Marles ragihand ku wê welatê wî, 11 keştiyên leşkerî ji cureyên " Mogamî " bi 6 milyar dolarên Amerîkî ji Japonyayê bikire.

Marles got: "Bêguman ev peymana parastinê ya herî mezin e ku di navbera Tokyo û Kanberra de hatiye kirin û dê ev keştî di sala 2030 de bêne radestkirin."

ji Şerê Cîhanî yê Duyem û heya niha, ev peymana leşkerî ya herî mezin e ku Japonya bi welatekî din re mohr dike û alavên xwe yên leşkerî difroşe.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24