Trump: Heta peymanek neyê çêkirin wê ambargo di meriyetê de be

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ambargo wê heta ku peymanek were çêkirin di meriyetê de bimîne. Li alîyekî din Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku wî bi Trump re li hev kiriye, her rêkeftineke bi Îranê re divê gefa nukleerî ji holê rake.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir ku wî ji nûnerên xwe yên dîplomatîk re gotiye ku ji bo rêkeftinekê bi Îranê re lez nekin, ji ber ku dem bi aliyê wan ve ye.

Trump di postekê de li ser platforma xwe ya Truth Social nivîsand:

"Ambargo wê heta ku peymanek were çêkirin, were pejirandin û were îmzekirin, wê di meriyetê de bimîne.

Divê her du alî jî wextê xwe bidin û vê yekê bi awayekî rast bikin.

Cihê şaşiyê tune ye. Têkiliya me bi Îranê re ber bi profesyonelîzmeke mezintir ve diçe."

"Rêberê Bilind Mojteba Xameneyî xalên peymanê pejirandine"

Rayedarekî payebilind ê rêveberiya Trump ji Axios re got ku tê payîn peyman îro neyê îmzekirin, ji ber ku hin hûrgulî nehatine çareserkirin.

Heman çavkaniyê ev yek îdea kir:

"Wekî ku em fêm dikin, Rêberê Bilind Mojteba Xameneyî xalên peymanê pejirandine, lê gelo ew ê bibe peymaneke dawî hîn jî pirsek vekirî ye."

"Min û Trump me li hev kir, divê gefa nukleerî ji holê rabe"

Li alîyekî din jî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di posteke li ser platforma Xê de, got ku ew bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li hev dike ku her rêkeftineke dawî bi Îranê re divê bi tevahî gefa nukleerî ji holê rake.

Netanyahu eşkere kir ku Trump mafê Îsraîlê yê parastina xwe li hember gefên li hemû eniyan, tevî Libnanê, ji nû ve piştrast kiriye.

Netanyahu da zanîn ku ew duh bi Trump re li ser peymanê axiviye.

Her wiha Netanyahu spasiya xwe ya kûr ji bo pabendbûna bêdawî ya Trump bi ewlehiya Îsraîlê re anî ziman.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye