Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, li bajarê Bannu yê li bakur-rojavayê Pakistanê, êrîşeke bombeyî li ser barageheke polîsan pêk hat.
Êrîş bi erebeyeke bombekirî ji aliyê êrîşkarekî xwekuj ve, li taxa Fatih Hel nêzîkî polîsan pêk hat.
Li gorî rayedarê ewlekariya Bannuyê Muhammed Sacid Han ku ji Rutersê re axivîbû, di êrîşê de 12 endamên ewlekariyê hatine kuştin û yek jî wenda ye.
Li gorî gotinên rayedar, li cihê bûyerê di dema êrîşê de 15 polîs hebûn.
Her wiha piştî êrîşê, kemîneke din li dijî hêzên ewlekariyê ku ji bo cihê bûyerê dihatin veguhestin, pêk hat.
Hat diyarkirin ku birîndar jî çêbûne û ew jî ji bo nexeweşxaneyê hatin veguhestin.
Hin aliyan got ku di van êrîşan de dron jî hatibûn bikaranîn.
Hat raghandin ku rêxistina Hereket-El-Mucahidîn a bi ser El Qaîdeyê ve, berpirsyariya êrîşê li xwe girtiye.
Ev ne cara yekem e ku Pakistan rastî êrîşên bi vî rengî tê.
Rêveberiya Îslamabadê demeke dirêj e îdîa dike ku komên çekdar ên li Efxanistanê, êrîşî xaka Pakistanê dikin.
Rêveberiya Talîbanê jî van sûcdariyan red dike.
Ev yek fikara jinûvedestpêkirina êrîşan di navbera Pakistan û Afganistanê de bixwe re tîne.