Fermandarê Hizbullah Elî Riza Ebbas hat kuştin

Çavkaniyeke ewlehiyê ya Îsraîlê ji Kanala 12 a Îsraîlê re got ku fermandarê Hizbullahê Elî Riza Ebbas, li Bint Cbeilê hatiye kuştin.

reset font size increase font size

Elî Riza Ebas yek ji fermandarên herî girîng ên Hizbullahê tê hesibandin.

Li gorî raporan, sala 2024`an di Hêza Ridwan de xwedî pozîsyoneke girîng bû.

Di nîvê şeva pêncşemê de agirbesteke 10 rojî ji hêla serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatibû ragihandin. Artêşa Îsraîlê piştî ragihandina agirbestê, roja înê got ku wan êrîşî başûrê Libnanê kiriye û diyar kir ku di êrîşê de çalakvanên Hizbullahê hatin hedefgirtin.

Artêşê anî ziman: “Em ê her tedbîrek pêwîst bigirin da ku xwe biparêzin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye