Li Venezuelayê ji ber erdhejê 5069 kes mirin

Serokê Meclisa Neteweyî ya Venezuelayê Jorge Rodriguez, amarên nû yên erdheja Venezuelayê ragihand. Hejmara qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihîşt 5 hezar û 69 kesî. Her wiha erdhejek bi hêza 7.4 pileyî li beravên eyaleta Chiapas a başûrê Meksîkayê qewimî. Metirsî hene ku Tsûnamî li herêmê çêbibe.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di 24ê Hezîrana 2026`an de du erdhejên bi pileya 7,2 û 7,5an ku li nêzî Karakasê paytexta Venezuelayê pêk hatin.

Amarên nû roja Înê ji hêla Jorge Rodriguez, serokê Meclîsa Neteweyî ya Venezuelayê ve hatin weşandin.

Serokê meclisê, destnîşan kir ku hejmara qurbaniyên her du erdhejên ku meha borî li welêt qewimîn gihîştiye 5,069an.

Li gorî amaran, hejmara kesên ku ji ber her du erdhejên ku di 24ê Hezîranê de qewimîn birîndar bûne, li 16,740î neguheriye, her wiha 17,907 kes jî bê cih û war mane.

Tevî ku rayedarên Venezuelayê, der barê hejmara kesên winda de, ti daxuyaniyeke fermî nedane jî, lê Neteweyên Yekbûyî (NY) texmîn dike ku dibe ku hejmara windayan gihîştibe 50 hezar kes.

Li Meksîkayê erdhejek bi pileya 7.4 çêbû 

Her wiha duh jî erdhejeke bi hêza 7.4 pileyî li peravên eyaleta Chiapas a başûrê Meksîkayê qewimî, ku bû sedema hişyariya tsûnamiyê, di heman demê de niştecihên Guatemala û Salvadorê​ yên cîran jî lerzînê hîs kirin.

Heta niha ti raporek derbarê ziyanên ji ber erdhejê ji rayedaran nehatiye belavkirin

Lêkolîna Jeolojîk a DYA`yê got ku erdhej li nêzîkî bajarê Puerto Madero yê Meksîkayê bi kûrahiya nêzîkî 10 kîlometreyan çêbûye, ku bandora wê li ser deverên nêzîk zêde kiriye.

Piştî erdhejê, sîstema hişyariya tsûnamiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hişyarî da û got dibe ku pêlên tsûnamiyê yên xeternak li peravên ku di nav 300 kîlometreyan de ji navenda erdhejê biqewimin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24