Televîziyona CNN`ê belav kir ku li gorî 3 çavkaniyên ku bi nirxandinên îstîxbaratê yên dawî agahdar in, Çîn amadekariya şandina sîstemên nû yên parastina asmanî ji bo Îranê, dike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Guo Jiajun di konfranseke rojnamevaniyê de, ev yek bi tundî red kir û wiha axivî:
"Pekîn bi awayekî kategorîk hewldanên ji bo xirabkirina wêneyê wê yê navneteweyî bi rêya îdiayên bê delîl red dike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê got ku Pekînê her gavê nêzîkatiyek hişyar û berpirsiyarane li hemberî îxracatên leşkerî nîşan daye.
Her wiha Berdevkê Wezartê eşkere kir ku Pekîn li gorî qanûnên herêmî û erkên navneteweyî kontrolên hişk li ser îxracatên leşkerî ferz kirine û wiha pê de çû:
“"Em li dijî heqaretên bê bingeh an jî ragihandina alîgir in”.
Li gorî CNN`ê, çavkaniyan ragihand ku sîstemên ku Pekîn amadekariyên veguhestinê wan ji bo Îranê dike, sîstemên mûşekên dij-balafirî yên ji ser mil ve têne avêtin ku wekî "MANPADS" têne nasîn.
Ev ne cara yekem e ku çavkaniyên îstîxbarata Amerîkayê, Çînê bi piştgiriya aliyên di nakokiyên herêmî de tawanbar dikin.
Lê belê, îro dengê Çînê bi tundtir xuya bû, ku pabendbûna Pekînê bi rêça xwe ya dîplomatîk a serbixwe û redkirina tiştê ku ew wekî "destwerdan û buxtan" bi nav dike, nîşan dide.
Beriya vê yekê jî, piştî ragihandina dorpêça deryayî li ser Tengava Humizê ji alî Amerîkayê ve, Çînê ragihand ku ew dorpêçê nas nakin û ewlehiya enerjiyê ya welatê wan nayê nîqaşkirin.
Piştî Çînê ragihand ku ew ê peymanên xwe yên enerjiyê bi Îranê re bidomînin û dorpêça Amerîkayê nas nakin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bersiveke pir tund da Pekînê. Trump gef xwar ku heke Çîn piştgiriya Îranê bike, ew ê bi bacên giran pirsgirêkên mezin ji bo aboriya Çînê derxe.