IEA: Dibe ku nirxê petrolê pir zêde bibe

Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî hişyarî da û got dibe ku nirxê niftê ji niha pir zêdetir bibe. Fona pereyan jî, eşkere kir ku ger şerê heyî bidome, wê aboriya cîhanî bi krîzê re, rû bi rû bimîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA), Fatih Birol, di Civîna Aboriyê ya Cîhanê ya Semafor li Washingtonê de, got ku bihayên bilind ên petrolê yên niha giraniya gefên ku ji ber şerê li Îranê li ser bazarên enerjiyê yên cîhanî çêdibin, nîşan nadin.

Fatih Birol da xuyakirin ku heke Tengava Hurmizê ji nû ve neyê vekirin, dibe ku bihayên Niftê bi awayekî mezin bilind bibe û wiha lê zêde kir:

“Heke Tengava Hurmizê ji bo herikîna serbest a petrol û gazê ji nû ve neyê vekirin, dibe ku cîhan bihayên ji asta wan a niha ya dora 100 dolarî serê her bermîlekê, pir bilindtir bibîne.”

Fona Pereyan: Ger şer xirabtir bibe aboriya cîhanê wê bi krîzê re rû bi rû bimîne 

Di heman çaroçoveyê de, Fona Pereyan a Navneteweyî roja sêşemê ji ber zêdebûna bilez a bihayên enerjiyê û qutbûna dabînkirinê ji ber şerê bi Îranê re, pêşbîniya xwe ya enflasyonê kêm kir.

Fona Pereyan a Navneteweyî hişyarî da ku eger şer xirabtir bibe dê aboriya cîhanî rastî krîzê bê û bihayê petrolê heta sala 2027an ji 100 dolarî zêdetir bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye