Şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de ku di 28’ê Sibatê de dest pê kiribû, di roja xwe ya 40’î de, ango di 8’ê Nîsanê de bi ragihandina agirbestê, cihê xwe da hewldanên dîplomatîk ên ji bo çareseriyeke gengaz.
Tevî ku nêzîkî 2 meh in hevdîtinên rasterast û nerasterast berdewam dikin jî, hîn ti encam nehatine bidestxistin.
Her çend peyamên wekî “gihîştina rêkeftinê nêzîk e” tên dayîn jî, statûya Tengava Hurmizê û xwedîbûna Îranê ya li ser uranyuma dewlemendkirî, bingeha nakokiyên li ser masê pêk tînin.
Tevî agirbestê jî, dem bi dem li herêmê tansiyon bilind dibe.
CENTCOM: Rê li ber gihiştina keştiyê ya ji bo Îranê hat girtin
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) ragihand ku wan li Kendava Basrayê tankereke petrolê ya bêbar ku ber bi bendereke Îranê ve diçû, bêbandor kiriye.
Di daxuyaniya li ser hesabê medya civakî ya CENTCOM’ê de hat diyarkirin ku li avên navneteweyî yên Kendava Basrayê, li dijî tankera petrolê ku ber bi Girava Xargê ve diçû, “tedbîrên ambargoyê” hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xebatkarên di tankerê de guh nedane ferman û hişyariyên hêzên DYA’yê.
Ji ber vê yekê bi fuzeyekê li odeya motorê ya tankerê hatiye xistin, keştî hatiye bêbandorkirin û rê li ber gihiştina wê ya ji bo Îranê hatiye girtin.
Êrîşî keştiya Panaya û Behreynê hat kirin
Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihand ku wan Baregeha Fîloya Pêncemîn a DYA’yê ya li Behreynê bi mûşek û balafirên bê mirov, kirine armanc.
Di daxuyaniya Pasdaran de hat gotin ku êrîşên li ser baregeha DYA’yê ya li Behreynê wekî bersivdayîna êrîşa DYA’yê ya li ser Girava Qeşmê hatine kirin.
Her wiha hat diyarkirin ku piştî DYA’yê di saetên şevê de li nêzîkî Tengava Hurmizê êrîşî tankereke petrolê ya Îranê kir, keştiya Panaya ya ku peywendiya wê bi DYA-Îsraîlê re heye, ji aliyê hêzên deryayî yên Îranê ve bi mûşekan hat armancgirtin.
Îranê bersiva êrîşên Amerîkayê da
Pasdaran bal kişand ser piştî vê bûyerê ku DYA’yê li başûrê Girava Qeşmê êrîşî birca ragihandinê ya Pasdaran kiriye û wan jî di berdêla vê de êrîşî binkeyên hewayî yên DYA’yê yên li welatên herêmê û Baregeha Fîloya Pêncemîn a li Behreynê kirine.
Di daxuyaniya Îranê de ev gotin hatin bikaranîn:
“Me berê hişyarî dabû ku di rewşa êrîşkariyê de dê bersiveke cuda û girantir were dayîn û em li gorî vê yekê tevgeriyane.
Em careke din tekez dikin ku têkdana ewlehiya Tengava Hurmizê dê ji bo Artêşa Amerîkayê ya dagirker bibe xwedî berdêleke giran.”
Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku baregehên hatine armancgirtin, hatine rûxandin û stargehên leşkerên Amerîkî hatine hilweşandin.
Supaya Pasdaran gef li hevpeymanên Amerîkayê xwar
Pasdaran hişyarî da wan welatên ku ax û qada xwe ya hewayî ji bo êrîşên li ser Îranê pêşkêşî DYA’yê dikin û got:
“Dema lêxistin û revînê bi dawî bû, êrîşkar dê neçar bimînin ku rûbirûyî encamên tirsnak ên nezanîn û serpêhatiyên xwe yên bêserûber bibin.”