NY bi 142 dengan danezana New Yorkê ya aştiyê pejirand

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî duh bi piraniya dengan a 142 welatan, danezana New Yorkê ya çareserkirina aştiyane ya doza Filistînê û çareseriya du dewletan, pejirand. Serokê Fransayê diyar kir ku pejirandina bi girseyî ya danezana New Yorkê, rêyeke bêveger ber bi aştiyê ve li Rojhilata Navîn, temsîl dike. Cîgirê Serokê Filistînê Huseyîn El Şêx jî, danezana New Yorkê weke îradeya navneteweyî ya piştgiriya mafên gelê Filistînê, pênase kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îsraîl û 9 welatên din gotin Na, 12 welatan jî deng nedan, lê 142 welatan gotin Erê, di encamê de, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi piraniya dengan "Danezana New Yorkê" pejirand.

Daxuyanî ji "Konferansa Navneteweyî ya Asta Bilind a li ser Çareserkirina Aştiyane ya doza Filistînê û Çareseriya Du Dewletan" derket holê.

 

Fransa û Siûdiyê serkêşiya projeya çareseriyê dikin

 

Di bin çavdêriya Erebistana Siûdî û Fransayê de, lûtke wê di 22'ê îlonê de, wekî beşek ji 80'emîn civîna salane ya Civata Giştî li New Yorkê, bi civînek lûtkeyê bi dawî bibe.

Civata Giştî ya NY danezan pejirand, di pêşgotina xwe de dibêje ku Civata Giştî ya NY hewl dide li Rojhilata Navîn aştiyek dadmend, mayînde û berfireh bi dest bixe.

Danezan, bangên ji bo vekişîna Îsraîlê ji axa dagirkirî, dayîna mafên wan ên xweserî û dewletbûnê ji bo Filistîniyan û çareseriyek dadperwer ji bo pirsgirêka penaberan, vedihewîne.

Her weha, piştgiriyê dide reformên rêveberiya Filistînê, bêçekkirin û hilbijartinên demokratîk û banga alîkariya mirovî û ji nû ve avakirina Xezeyê jî dike.

 

Macro: Danezana NY ji bo aştiyê li Rojhilata Navîn rêyeke bêveger e

 

Ji aliyê xwe ve, Serokê Fransayê Emmanuel Macron got ku pejirandina bi girseyî ya danezana New Yorkê ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve, rêyeke bêveger ber bi aştiyê li Rojhilata Navîn, temsîl dike.

Macron ev yek jî anî ziman ku Fransa û Erebistana Siûdiyê, li gel hevkarên din ên navneteweyî wê di konferanseke taybet a li ser çareseriya 2 dewletan ku vê mehê li New Yorkê tê lidarxistin, bixebitin da ku aştî misoger bibe.

 

"Danezana NY ji bo avakirina dewleta Filistînî gaveke giring e"

 

Her wiha cîgirê serokê Filistînê Huseyîn El Şêx, diyar kir ku danezana New Yorkê, ku ji aliyê Civata Giştî ya NY ve hatiye pejirandin, îradeya navneteweyî ji bo piştgiriya mafên gelê Filistînê nîşan dide.

El-Şêx destnîşan kir ku ev danezan, gaveke girîng e ber bi avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînî ve ye.

Wezareta Karên Derve ya Filistînê jî, daxwaz kir ku zext li ser Îsraîlê were kirin, da ku şerê li Xezeyê rawestîne, dawî li siyaseta birçîbûnê wekî çekek şer bîne û pêşî li ber koçberiya bi darê zorê bigire.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24