Çapemeniya cîhanî li ser rewşa hevdîtinên di navbera Çîn û Amerîkayê de gotûbêj dike, li milekî din jî gefên hevbeş ên di navbera Îran û Amerîkayê de jî dibin sedema zêdebûna rageşiyê.
Di heman demê de, projeya boriyeke duyem li Tengava Hurmuzê, ku çalakiyên leşkerî lê zêde dibin, di bin fişara navneteweyî de derdikeve pêş.
"Tevî ku serokê Amerîkayê Donald Trump du rojan pesnê Xi Jinping da jî, lê roja înê bêyî ku di warê bazirganiyê de pêşketineke girîng çêbike û ji Pekînê piştgiriyeke berbiçav ji bo bidawîkirina krîza Îranê wergire, ji Çînê derket ."
"Serdana Donald Trump a Pekînê, ku di nava nêzîkî 10 salan de yekemîn serdana serokatiya Amerîkayê bû, bi coşeke mezin bi dawî bû. Lê der barê wî tiştî de ku bi rastî hat bidestxistin, zelaliyeke hindik heye."
Daxuyaniyên wezîrê derve yê Îranê Ebbas Eraqçî di roja duyem a civîna BRICS de li New Delhiya Hindistanê jî bala cîhanî kişand.
Eraqçî diyar kir ku Îran baweriya xwe bi DYA’ê nayîne û tenê eger DYA pabendbûneke cidî nîşan bide, dê danûstandinan bike.
Di raporê de her wiha hat zêdekirin ku Trump bi rakirina dorpêçên Amerîkî yên li ser şîrketên petrolê yên Çînî yên ku petrola Îranê dikirin, difikire.
CNBC’ê destnîşan kir ku piştî daxuyaniyên Trump, bihayên petrolê zêde bûn.
Bihayê petrola Brent ji sedî zêdeyî 3’yan zêde bû û her bermîlek gihîşt 109.26 dolarî, bihayê petrola West Texas Intermediate (WTI) jî ji sedî zêdeyî 4’an zêde bû û her bermîlek gihîşt 105.42 dolarî.
Çînê hîn li ser vê mijarê ti şîrove nedaye.
Di nava aloziyên berdewam ên li ser çavkaniyên enerjiyê de, yek ji sernavên herî berbiçav daxuyaniya Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî bû ku ew ê heta sala 2027’an xeta boriyeke petrolê ya duyem bi rêya Tengava Hirmuzê temam bike.
Li gorî The Guardian, tê payîn xeta boriyeke nû kapasîteya hinardekirina Mîrgehên Erebî, ku niha rojane heta 1.8 milyon bermîl petrol vediguhêze Kendava Umanê, du qatan zêde bike.
The Guardian her wiha destnîşan kir ku ev biryara bilezkirina projeyê piştî ku Mîrgehên Erebî endametiya xwe ya 60 salî di OPEC’ê de bi dawî kir, gavek ku wekî nîşaneke zelal a cudabûna ji rêbera rasteqîn a komê ango Erebistana Siûdî, tê şîrovekirin.