Hat ragihandin ku hewildanên alîkariyê ji bo kesên ku ji ber lehiyên dijwar ên ji deverên cuda li bakurê rojavayê Pakistanê bandor bûne, berdewam dikin.
Hat diyarkirin ku li Herêma Buner ya Pakistanê herî kêm 150 kes di encama lehiyê de winda ne û rêveberiya kerasetan ya herêmî rayedar Esfendiyar Hattak ragihand ku dibe ev kes di bin kavilan de mabin yan jî ketibin lehiyê.
Desteya Rêveberiya Karesatên Herêmî ya Bakurê Rojavayê Pakistanê da zanîn ku bi sedama lehiyan 344 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Rêveberiyê piştrast kir ku ku 1600 xanî jî wêran bûne.
Di sala 2022an de, li Pakistanê di encama lehiyan de hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan.