Komîsyon wê li dayîkên şemiyê guhdar bike

Bi mebesta çareseriya pirsgirêka Kurd “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” li Meclisê hatiye avakirin dê di 19-20`ê tebaxê de civîna xwe ya 4`emîn lidar bixe.

reset font size increase font size

Komisyon di civîna de dê li pêşniyarên weqf, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê guhdarî bike.

 

Di rûniştina yekemîn a civîna di 19’ê Tebaxê de wê Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînûr Ozdemîr Goktaş pêşandanekê bike.

 

Di heman rûniştinê ya di 19’ê Tebaxê de jî wê li Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê û di rûniştina duyemîn de jî li Weqfa Maf û Azadiya Mirovan û Alîkariya Mirovî ,Komeleya Mafên û Piştevaniya ji bo Mazluman û Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî were guhdarîkirin.

 

Civîna di saet 14.00’ê de bi serokatiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş wê dest pê bikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24