Şerê daxuyaniyan di navbera Sûriyê û Hizbulaha Libnanê de dest pê kiriye.
Duh Wezareta Karên Hundir a Sûriyê ragihand ku wan komeke ji çekdarên Hizbulahê girtiye.
Li gorî dîmenên ku Wzaretê li ser malpera xwe parve kiriye 11 kes hatine girtin.
Daxuyaniya Wezareta Hundir a Sûriyê bi vî rengî ye:
“Wezareta Karên Hundir di hemleya ewlehiyê ya dawî de, şaneyeke terorîstî ya girêdayî milîsên Hizbulahê ji hev xist.
Di nav kesên ku hatine girtin de, kesek rasterast berpirsiyariya wî bi dosyaya kuştinê re hebû.
Wî kesî çavdêriya pêşxistina planan û destnîşankirina armancan dikir.
Her wiha berpirsiyarê operasyonên meydanî bû.”
Beriya vê daxuyaniyê jî Wezareta Hundir a Sûriyê daxuyaniyek wisa dabû:
“Yekîneyên taybet gelek alavên leşkerî yên endamên şaneyeke Hizbulahê desteser kirin.
Di nav wan de teqemeniyên destçêkirî (IED) yên amade ji bo teqandinê, avêjerên RPG, tifingên otomatîk, mîqdarên bombeyên destan û cebilxane hebûn.
Şane di asta herî bilind a amadebûnê de bû ji bo ku dest bi pêkanîna ajandaya xwe ya wêranker bike.”
Hizbulah: Çalakiyên me di nav axa Sûriyê de tune ne
Li aliyekî din Hizbulahê daxuyaniyek berovajî van axaftinan da.
Hizbulahê diyar kir ku hin kes hene dixwazin di navbera gelên Sûriyê û Libnanê de alozî û pevçûnan derxin
Her wiha got ku her gefek li ser ewlehiya Sûriyê gefek li ser ewlehiya Libnanê ye.
Hizbulah daxuyanî bi van axaftinan parve kir:
Hizbulah tohmetên bê bingeh ên Wezareta Navxweyî ya Sûriyê red dike.
Çalakiyên Hizbulahê di nav axa Sûriyê de tune ne, dubarekirina van îdiayên ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên Sûriyê ve pirsên cidî derdixe holê.
Her wiha ev îdia piştrast dikin ku hin kes dixwazin di navbera gelên Sûriyê û Libnanê de alozî û nakokiyan gur bikin.
Hizbulahê diyar kir ku ew tenê ewlehî û aramiyê ji bo Sûriyê û gelê wê dixwazin û wiha lê zêde kir:
Hizbulah qet nebûye yek ji wan saziyan ji bo bêaramiya welatekî yan jî hedefgirtina aramiya gelê wê.
Berovajî vê, Hizbulah dê her li dijî Siyonîstan û projeyên wan yên berfirehkirinê bisekine ku dixwazin axa Libnan û Sûriyê dagir bikin.
Piştî şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê û ketina Hizbulahê jî di nava vî şerî de, gelek agahî û şîrove hatin parvekirin li ser egera derketina şerekî di navbera Sûriyê û Hizbulahê de.
Niha dest bi daxuyaniyên dijber li dijî hev kirine.
Ev daxuyaniyên dijber ê di navbera Hizbulah û Sûriyê de, di demekê de tê ku hîn jî şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de berdewam e.