Hizbulah biryara Hikûmeta Libnanê qebûl nake

Li Rojhilata Navîn yek jî rêxistinên herî di rojeva cîhanê de ye, Hizbulah a Libnanî ye. Hizbulah xwedî hêzeke çekdar e û piştgiriya xwe ji Îranê digire. Hizbulah a Libnanî ku wekî rêxistine "terorîst" li gelek welatan tê naskirin, di nava Hik[meta Libnanê de xwedî rol û bandor e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hizbulah li jêr navê Berxwedana Îslamî li Libnanê xwe bihêz kiriye.

Hizbulah partiyeke siyasî ye û di heman demê de hêza xwe ya çekdar heye ku ew bi xwe ji Artêşa Libnanê jî bihêztir e.

Hizbulah di sala 1982'an de hatiye avakirin

Di sala 1982'an hatiye damezirandin.

Ew weke beşeke ji hêzên girêdayî Îranê tê dîtin ku li dijî Amerîka, Îsraîl û hevalbendên wan ên li Rojhilata Navîn derdikeve.

Ev Partî, li gor îdeolojiya Şoreşa Îslamî ya bi rêberiya Xumeynî hatiye avakirin û Îranê ji xwe re lêveger û biryarder dibîne.

Niha Neîm Qasim Hizbulahê bi rê ve dibe

Sekreterê giştî yê Hizbulahê Neîm Qasim e.

Tê gotin ku ev partî ji 100 heta 150 hezar çekdarên xwe hene.

Hizbulah li Libananê gelek caran bi Îsraîlê re şer kiriye û heta niha jî şer dike.

Hizbulah li gelek welatên cîhanê wek Amerîka, Fransa û Birîtanya di lîsteya terorê de ye.

Her wiha gelek çekên pêşketî wekî mûşek, balafirên bêmirov, mûşekên li dijî tankan û keştiyan û gelek cûreyên din jî li ber destê çekdarên Hizbulahê hene.

Baskê leşkerî yê Hizbullahê Konseya Cîhadê ye, lê baskê wê yê siyasî Bloka Dilsoziya Berxwedanê li Parlamentoya Libnanê ye.

Hizbulah ji qanûna "sêyeka astengdar" sûdmend e

Li Libnanê qanûna "Sêyeka Astengkar" sûdeke mezin dide Hizbulahê.

Ev qanûn, di Parlamentoya Libnanê de, di dema girtina biryaran de, eger aliyek tenê qebûl neke, ew biyar nayê standin.

Bi vî awayî jî, Hizbulah piştrast e ku Hikûmeta Beyrûtê nikare ti biryaran der barê bêçekirina wê de, bi kar bîne.

Di destûra Libnanê de ger wezîrên "sêyeka astnegdar" îstifa bikin, hikûmet dikeve rewşeke îstifayê, ev jî dihêle ku Hizbulah biyara hiştina hikûmetê yan jî hilweşîna wê bide.

Bi rêya vê sêyeka astengder, Hizbulah di tayînkirinên îdarî, ewlehî û dadwerî de para garantîkirî bi dest dixe.

Hizbullah "sêyeka astngdar" ji mafekî destûrî yê sade vediguhere amûrekê ku ji bo têkbirina mekanîzmayên dewleta demokratîk û xwehiştina wekî lîstikvanekî girîng û serdest di nav pergala siyasî ya Libnanê de bi kar tîne.

Ji ber vê Hizbulah li hemû xaka Libanênê serdest e û xwedî roleke mezin e.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye