Sê roj in, bi sedan Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku di serjimariya 1962'an de, ji hemwelatîbûna Sûriyê bêpar mabûn, navên xwe tomar dikin da ku hemwelatîbûnê bi dest bixin.
Di 16'ê çileya 2026'an de, biryanameyek ji aliyê serokê demkî yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera ve hat derxistin.
Biryarnameya hejmar 13 li tevahiya Sûriyê tê bicihkirin
Li gorî benda 4'an a biryarnameya hejmar 13 ku hatiye derxistin; pênaseya neteweyî "etnîkî" tê betalkirin û tenê têgeha "hemwelatiya Sûriyê" tê pejirandin.
Lê di rojên borî de hin kaxezên tomarkirinê yên çend welatiyên Kurd li ser medya civakî hatin belavkirin ku di benda hemwelatîbûnê de "Erebî-Sûrî" hatibû nivîsandin.
Ev gav bû cihê nerazîbûnê û daxwaza zelalkirinê ji aliyê peywendîdar ve hat xwestin.
Me jî berê xwe da navenda tomarkirinê ya bajarê Hesekê da ku em ji nêz ve mijarê bişopînin û fêm bikin.
Nûçe TV pêvajoya tomarkirina navên Kurdên bê nasname "Mektûm" dişopîne
Endamê Rêveberiya Komîteya Tomrakirinê Ebdulrehman Ferho, got ku li bajarê Qamişlo ev şaştî derket û diyar kir ku ew tomara hemwelatiyê li gor neteweya xwediyê wê, dinivîsin.
Kurd daxwaza parastina mafên xwe bi riya destûrê dikin
Ezmûna Kurdan a bi desthilata Sûriyê ya berê re trajîdîk bû, Kurd daxwaza avêtina gavên zagonî yên şênber dikin.
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dibêje ku ev gav ji bo pêkanîna wekheviyê di navbera hemû pêkhateyan de ye.
Li welatekî mîna Sûriyê, nediyarkirina neteweyê dibe cihê nîqaşên li ser "wendakirina mafên neteweyî".
Di 1962`an de bi hezaran Kurd ji hemwelatîbûna Sûriyê hatibûn bêparkirin
Endamê Hêzên Pêşverû yên Neteweyî- Rojavayê Kurdistanê Hesen Zengî jî ji Nûçe TV re da zanîn ku ew hemwelatî bû, lê di encama serjimariyê sala 1962'yan de ji hemwelatîbûnê bêpar ma û wek "mektûm" ne tomarkirî hat destgirtin.
Hesen Zengî, dest nîşan kir ku divê netewe were diyarkirin û mafên gelê Kurd di destûra Sûriyê de werin bidestxistin.