Li Laziqiyê xwepêşandanek hat lidarxistin

Mihemed Heyder beriya sê rojan, li ber Dibistana Cemal Dawûd di ronahiya rojê de, hatibû revandin kirin. Li Laziqiyê, gel xwepêşandanek li dar xist û daxwaz kir ku agahî li ser çarenûsa Mihemed Heyderê ku beriya sê rojan ji ber dibistana Cemal Dawûd di ronahiya rojê de hatibû revandin agahyek were dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev demeke ku li hemû bajarên Sûriyê û bi taybet li herêmên beravê, bûyerên kuştin û revandinê zêde bûye û kaosa ewlehiyê li bajêr zêde dibe.

 

Xwepêşandan li taxa projeya Dehem hat lidarxistin

 

Beriya sê rojan zarokek bi navê Mihemed Heyder hatibû revandin, lewma gelên taxa Projeya Dehem a li bajarê Lazkiyê xwepêşandanek li da xistin.

 

Di xwepêşandanê de, sloganên wek " îro Mihemed hat revandin sibe zarokê te jî wê were revandin" hat bilindkirin.

 

Zarok ji aliyê çar zilamên çekdar ve hat revandin

 

Li gorî şahidên bûyerê, zarok ji aliyê çar zilamên çekdar yên di jîpeke şîn a Santa Fe de, li ber çavên rêwiyan û xwendekaran bêyî ku kes bikaribe mudaxele bike hat revandin.

 

Çavkaniyan diyar kirin ku malbata zarokê hatiye revandin,  ji ber nebûna agahiyên li ser cihê wî an nasnameya sûcdaran êşê dikişîne.

 

"Kesê berpirsiyarê bûyerê nehatiye desteserkirin"

 

Di heman demê de, rayedarên pêwendîdar, hîn jî nikarin çarenûsa zarok diyar bikin an jî kesê berpirsiyarê bûyerê destnîşan bikin.

 

SOHR: Divê çarenûsa Mihemed Heyder were eşkerekirin

 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR) jî, bang li rayedarên pêwendîdar kir da ku çarenûsa Mihemed Heyder eşkere bikin û ji bo xwendekar û mamosteyan hawîrdorek ewle peyda bikin.

 

SOHR daxwaz kir ku rayderên Hikûmeta Veguhêz gavên cidî bavêjin, da ku kaosa ewlehiyê ya li deverên di bin kontrola hikûmeta veguhêz ya Şamê de rawestînin.

 

Li bajar û deverên din ên li berava Sûriyeyê, rewşek alozî û hêrsa gel serdest e, li hember zêdebûna bûyerên revandin, kuştin û bêqanûniyê. Ev yek fikarên niştecihan ji bo ewlehiya zarokên xwe zêde dike û tirsên wan ji xirabûna rewşa ewlehiyê kûrtir dike.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24