Rojnamevana Kurd Hêvîdar Xalid bal kişand li ser bandora şerê Îsraîl û Îranê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û got: “Îsraîl dixwaze nexşeya Rojhilata Navîn biguhere.”
Rojnamavana Kurd Hêvîdar Xalid ji kanala me re şerê Îsraîl û Îranê nirxand. Hêvîdar Xalid da zanîn ku ev şer ne şerekî nû ye û ji aliyê DYE ve bi kuştina generalê Îranê Qasim Silêmanî re destpêkiriye û bi êrîşa Hamasê ya 7 ‘ê Cotmeha 2024 re ketiye qonaxeke nû.
Hêvîdar Xalid da zanîn ku piştî êrîşên Cotmehê, qada Suriyê bûye qada şer ya di navbera Îsraîl û Îranê de û wiha got: “Piştî têkçûna Hemas û Xeza, êrîşa Heyet Tehrîr El Şam li Helebê dest pê kir û di nava 2 hefteyan de Rêjîma Baas`ê hat hilweşandin. Ev yek hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê aborî ve bandoreke neyînî li gelê Suriyê kir.”
Rojnemevana Kurd anî ziman ku şerê di navbera Îsraîl û Îranê de şerekî bîrdozî ye û niha Îsraîl dixwaze nexşeya Rojhilata Navîn biguhere û got: “Di destpêka vê salê de serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu gotibû: ‘Em ê rûyê Rojhilata Navîn biguherin û di nîvê salê de li Îranê bixin.’ Niha encama wê li ber çavane.”
Hêvîdar Xalid: Rewşa Suriyê deh qat xirabtir bû
Hêvîdar Xalid bal kişand polîtîkayên devletên serdest yê wekî DYE, Îsraîl û Brîtanyayê, ya avakirina dîktatorên wek Beşar El Esed, Seddam Hiseyîn û Îranê û wiha berdewam kir: “Pêşî dîktatoran avadikin, piştre jî weke rizgarkarê gelan hewl didin wan hilweşînin. Beşar El Esed bi Îranê ve girêdayî bû û Îran jî dijminê Îsraîl û Emerîkayê ye. Ji ber vê yekê Ehmed El Şeri anîn ji bo serokatiya Sûriyê bike. Ji lewma Ehmed El Şeri serê xwe ji hemû polîtîkayên wan re ditewîne û ji bo hebûna xwe li Sûriyê bidomîne dibe hevdîtinan bi Îsraîl re jî çêke.”
Hêvîdar Xalid eşkere kir ku rewşa Sûriyê piştî hatina Ehmed El Şeri ji berê deh qatan xirabtir bûye, di nava kirîzeke siyasî û aborî de ye, komkujî li herêma Sahil çêdibin, elewî û dirzî tên kuştin.
‘Netewa Demokratîk dibe bersiv ji êşên gel re’
Rojnamevan Hêvîdar Xalid tekez kir yê hêzên ku bersiva wan di nava civaka Suriyê de heyî ew hêzên ku li hember êrîşên derve berxwedane û xwedî bernameyekî demokratîk in û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Projeya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê (Rêveberiya Xweser) li ser hîmê Netewa Demokratîk tev digere û dibe bersiv ji êş û pirsgirêkên gel re. Divê ev proje Durzî, Elewî û hemû gelên Suriyê jî di nava xwe de bigre û bi sîstema Netewa Demokratîk re li hev rûnin û çareseriya xwe deynin. Bê ku pişta xwe bidin ti dewletan.”
Pervîn el-Eyo / Ezîma Hesin