Di 24 saetan de 13 kes li Sûriya hatin kuştin

reset font size increase font size

Navenda Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan SOHR ragihand ku di rojekê de /13/ kes bi awayên cuda li Sûriyê hatin kuştin.

Navenda SOHR îro bi daxuyaniyekê ragihand ku di roja 20 meha hizîranê de, 13 kesan li dever û herêmên cuda yên Sûriyê bi awayên cuda hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya SOHR kesên hatine kuştin di nava wan de 2 kes Elewî ne, 4 leşker in, 3 kes bi destê Asayişa Giştî ya Şamê hatin kuştin, 2 ciwan, jinek û keçkek biçûk bi şaştî hat kuştin.

Li gorî van agahiyan xuya dike ku rewşa ewlehiyê li Sûriyê ne aram e.

Egîd Xelîl

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye