Xelawî: Şeş hevpeyman ji hilbijartina Iraqê hatin dûrxistin

Amadekariyên ji bo hilbijartina Iraqê berdewam dikin. Komîsyona Hilbijartina Iraqê, ragihand ku Şeş hevpeyman ji hilbijartina Iraqê hatine dûrxistin

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka Komîsyona Hilbijartina Iraqê Cûmane Xelawî, eşkere kir ku Niha 31 hevpeyman, wê tevlî hilbijartina meha Mijdarê bibin.

Xelawî sedema dûrxistina wê şeş hevpeyman got: “Ev hevpeyman di navbera du partiyan de bûn û yek ji partiyan xwe vekişand.

Hevpeymanên hatine dûrxistin wiha ne: Hevpeymana Feyliyan, Hevpeymana Rîmah, Hevpeymana Zemîrî Iraqê, Hevpeymana Şimûx li Besra, Hevpeymana Îstihqaqî Diyala û Hevpeymana Medînetî.

Li gorî Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê wê 28 milyon gelên Iraqê di 25ê Mijdara 2025an de biçin ser sandoqê û parlamentoya ku 394 kursiyan pêk tê hilbijêrin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24