Endamê Kongereya Amerîka û serokê ruhanî yên Durziyan civiyan

Endamê Kongreya Amerîkayê Îbrahîm Hemade û Serokê Ruhanî yê Durzî Şêx Miwefeq Tarif li ser rêbazên agirbestê û vekirina korîdoreke mirovî ji bo Siweydayê li Îsraîlê hevdîtinek pêk anîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endamê Kongreya DYA’yê di çarçoveya gera xwe de ya li Herêma Julis a bajarê Eka yê bakurê Îsraîlê bi serokê ruhanî yê civaka Durziyên li Îsraîlê hevdîtin pêk anî.

Hat diyar kirin ku her du aliyan di hevdîtinê de ji bo Siweydayê çareseriya siyasî ya mayinde gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de rola DYE`ê weke garantorê lihevkirinê û mafê Durziyên li Siweydayê mîsoger bike hat nîqaşkirin.

Ji bo sepandina agirbestê li Siwêdayê û vekirina korîdorên mirovî ji bo veguhestina alîkariyên mirovî nîqaş kirin.

Di hevdîtinê de ekîba nirxandin û şopandina rewşê ya girêdayî Durziyan, raporeke berfireh der barê rewşa meydanî û mirovî ya Siwêdayê de pêşkêş kir.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24