
Par li seranserî Sûriyê di dema pêşkêşkirina ezmûnan de tenê xwendekarên Siwêydayê ne amede bûn.
Sedema wê jî ew bû ku xwenedkar ji tirsa çekdaran û girtina wan li ser bendên kontrolê beşdarî ezmûnan nebûn.
Nexasim ku wê demê Hikûmeta Sûriyê navendên pêşkêşkirina ezmûnan ji bo xwendkarên Siwêydayê li Şam û gundewarên wê nîşan kiribûn.
Xwenedarên Siwêydayê beşdarî ezmûnan nebûn û her roj bi çalakiyên cuda xwestin ku ew li bajarê xwe ezmûnên xwe pêşkêş bikin.
Di 19'ê vê mehê de, Serokê Sûriyê Ehmed Şera bi mersûmekê biryar da ku xwendkarên Siwêydayê ezmûnên xwe li navendên bakurê parêzgehê ji nû ve pêşkêş bikin.
Ev navendên ku hatin destnîşankirin di bin kontrola Hikûmeta Sûriyê de ye.
Li gorî vê biryarê, îro yekemîn roja pêşkêşkirina ezmûnên xwendekarên Siwêydayê ye.
Alîgirên Hikmet Hicrî ev rê girtin û nehiştin ku xwendekar biçin aliyên din da ku ezmûnan pêşkêş bikin.
Alîgirên Hikmet Hicrî gotin ku yên biçin aliyên din xayîn in û rêzê ji şehîdan re nagirin.
Xwendekarên Siwêydayê yên ku xwestin ezmûnên xwe pêşkêş bikin, rastî astengiya qutkirina rê hatin.
Ji ber qutkirina rê xwendekarên Siwêdayê di xwegihandina navendên ezmûnan de zehmetiyan dikşînin.
Ev yek metirsiya ku dê nikaribin ezmûnên xwe pêşkêş bikin li ba xwendekaran çêkiriye.
Şênî û xwendekaran ji aliyên peywendîdar xwestin ku ji bo ew karibin ezmûnên xwe bê astengî pêşkêş bikin, divê rê bên vekirin û koorîdorên ewle bên dabînkirin.
Piştre, ofîsa ragihandinê ya Siwêdayê diyar kir ku ji ber qutkirina rê, dema pêşkêşkirina ezmûnan heta seta 11'an hat taloqkirin.
Paşê, hinek xwendaran karîbûn xwe bighînin navendên ezmûnan û ezmûnên xwe pêşkêş kirin.
Li ser vê, Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyê daxuyaniyek da.
Wezaretê da zanîn ku wê hemû tedbîrên pêwîst da ku xwendekar di rewşeke baş de karibe ezmûnên xwe pêşkêş bikin, girtiye.
Wezaretê diyar kir ku tevî vê jî, gelek xwendaran nekarîn xwe bigîhinîn navendên ezmûnan.
Wezaretê got ku ev dewreya awarte ye ku ji bo xwendekarên Siwêdayê hatiye amedekirin, li gorî bernameya xwe dewam bike.
Beşeke mezin ji xwendekarên Siwêdayê ezmûn pêşkêş nekirin
Beşeke mezin ji xwenderên Siwêdayê ezmûn pêşkêş nekirin.
Her wiha bi mêtingekê xwestin ku navendên ezmûnên xwendaran li Siwêdayê werin vekirin.