Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de Konsula Giştî ya Amerîkayê Gwendolyn Greenê tekezî li ser domandina hewledanên xwe yên ji bo bipêşxistina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Washingtonê de kiriye.
Konsula Giştî ya Amerîkayê hêvî kir ku Başûrê Kurdistanê wekî her tim, di bihêzkirina aramiya herêmê de rola xwe ya girîng bidomîne.
Mesûd Barzanî jî destpêkirina xebatên Konsulxaneya Amerîkayê wekî gaveke erênî bi nav kir.
Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan li ser rewşa dawî û xurtkirina têkiliyan li hev kirin.