Konferansa bi navê ‘Vekirina Rêya Aştiyê’ îro li bajarê Stenbolê tê lidarxistin. Bûlent Arinç, Gulten Kişanak, Meral Daniş Beştaş, Hîkmet Çetîn û gelek sîyasetmedar û rewşenbîr di konferansêde cîh digrin.
Konferans di pêşengtiya însiyatîfa ‘Hewldanên Civakî ya Ji Bo Aştiyê’ de pêk tê. Di konferansê de pirsgirêkên Kurdan û çareserî, ji bo aştî tiştên pêwîst û di van mijarande gavên hûqûqî çi ne? dê were nîqaşkirin. Vekirina axaftinê ji aliyê dadmendê berê ya DMME (Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê) ê Riza Turmen ve hat kirin. Dê di konferansê de gelek sîyasetmedar û akademîsyen axaftin bikin.
Konferans wê Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Eyûp Sûltan a Stenbolê ji saet 10:00’an heta 18:30’an wê berdewam bike.
Rodî Bişeng