Lezgin

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê zêde dibin

reset font size increase font size

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê êrîşî  benda kontrolê ya bajarokê Şihêl li Dêra Zorê kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di derbarê êrişa çeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate raghandin ku duh demjimêr 10:30’ê êvarî, komeke terorîst bi motorsêklêtekê  û çekên sivik êrîşî benda kotrolê ya çerxerêya Etal a bajarokê Şihêl kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrîşê dan, bêyî ku tu zirarên canî çêbibin û êrîşkar neçar man birevin.

Hate diyarkirin ku şaneyên DAIŞ’ê di van demên dawî de êrişên xwe li ser piraniya bajarok û gundewarên rojhilatê Dêra Zorê zêde kirine, bi taybet li Şihêl, Dîban û El Bisêra.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku hêzên wan, şopandina bermahiyên terorîst didomînin û bang li welatiyan kirin, ger  tevgereke bi guman hebe raghînin da ku ewlehî û aramiya herêmê biparêzin.

Malva Misto

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24