Lezgin

KNK: Çarenûsa gelê me li Rojhilatê Kurdistanê di rojevê de ye

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di derbarê şerê Îran û Îsraîlê de ku ev 11 roje didome de daxuyaniyek belav kir.

reset font size increase font size

KNK, diyar kir ku ew wekî gelê Kurd ne aliyek di vî şerî de ne û di berdewamiya daxuyaniyê de wiha pê de çû: “Di encama vî şerî de, nexşeya herêmê dikare bi tevahî were guhertin. Meseleya çarenûsa gelê me li Rojhilatê Kurdistanê di rojevê de ye.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di derbarê şerê Îran û Îsraîlê de ku ev 11 roje didome de daxuyaniyek belav kir.

Pirsgirêk ji pevçûna di navbera du dewletan de veguheriye pirsgirêkek navneteweyî

KNK’ê di daxuyaniya xwe da diyar kirin ku şerê di navbera Îran û Îsraîlê de ne tiştekî nû ye û ev gotin: “Bi dehan salan e ku di navbera her du dewletan de şer û pevçûnên nerasterast hene. Demek dirêj e ku şer di navbera Îsraîl û hêzên wekîl û hevalbendên Îranê de diqewime, lê di 10 rojên borî de şerekî rasterast di navbera Îsraîl û Îranê de derketiye holê. Ji duh ve, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rasterast tevlî şer bûye. Ev şer her ku diçe mezintir dibe. Şer li Xezeyê dest pê kir, belavî Lubnan, Sûriye û Yemenê bû, û niha Îran bûye qada şer. Pirsgirêk ji pevçûna di navbera du dewletan de veguheriye pirsgirêkek navneteweyî.”

Berdewamiya daxuyaniya KNK’ê wihaye:

Em wekî gelê Kurd ne aliyek di vî şerî de ne

“Em wekî gelê Kurd ne aliyek di vî şerî de ne û her çend em hewl didin ku nebin aliyek di şer de jî, lê ev şer bi me ve girêdayî ye û dê bandorek mezin li ser gel û welatê me bike. Gelek baregehên leşkerî yên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îsraîlê ve têne hedefgirtin, ku ev yek bar û zehmetiyek li ser jiyana gelê me li vî beşê Kurdistanê çêkiriye. Ji aliyekî din ve, piraniya mûşek û balafirên van welatan di hewaya Kurdistanê re derbas dibin û bi gelek awayan zirarê didin aborî û jîngeha Kurdistanê.

Yekîtî di nav mala Kurd de pir girîng û jiyanî ye

Wek gelê Kurd, em naxwazin di eniyên pêş ên vî şerî de bin û em dixwazin ku hemû pirsgirêk û aloziyên li herêma me bi diyalog û aştiyê werin çareserkirin. Ev şer bi dilê me dest pê nekiriye, lê em niha di nav wî şerî de ne. Ev şer, ku ev 21 meh in li Rojhilata Navîn berdewam dike, encamên mezin hebûn û wê hebin. Rewşa heyî, ku berhema peymanên Sykes-Picot û Lozanê ye, li ber hilweşîn û guhertinê ye. Di encama vî şerî de, nexşeya herêmê dikare bi tevahî were guhertin. Em wek gelê Kurd çiqas ji bo van guhertinan amade ne? Ev pirsek girîng û guncaw e. Di vê demê de, yekîtî di nav mala Kurd de pir girîng û jiyanî ye. Berî her tiştî, hêz û partîyên li Rojhilatê Kurdistanê û dû re jî hemû hêz û partîyên li Kurdistanê divê bi hev re danûstandinan bikin û yekîtîya xwe ya navxweyî xurt bikin.

Çarenûsa gelê me li Rojhilatê Kurdistanê di rojevê de ye

Em wek KNK her gav ji bo yekîtîya mala Kurd xebitîne û têkoşiyane û hewl dane ku xebat û têkoşîna xwe ji bo vê armancê berfireh bikin. Bi taybetî niha ku meseleya çarenûsa gelê me li Rojhilatê Kurdistanê di rojevê de ye, em hewl didin ku xebat û têkoşîna xwe li ser vê beşê Kurdistanê zêde bikin. Ji bo vê sedemê, em ê hewl bidin ku di rojên pêş de hemû hewl û şiyanên xwe ji bo pêşxistina yekîtîyê di navbera partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê de bikar bînin û bi rêya serdanên hemû partî û rêxistinan, em ê hewl bidin ku mekanîzmayek hevrêzîyê di navbera partî û rêxistinan de ava bikin.

Piştgirî bidin hewldanên me yên ji bo xurtkirina yekîtîyê

Bi vê boneyê, em pêşî bang li hêzên Rojhilatê Kurdistanê û dû re jî bang li hemû hêz û partiyên Kurdî dikin ku piştgirî bidin hewldanên me yên ji bo xurtkirina yekîtîyê di nav mala Kurdî de û di zûtirîn dem de bicivin û gavên li ser stratejî û xebata hevbeş bavêjin.

 Pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin

Di dawiyê de, em bang li hemû alîyên vê pevçûnê dikin ku di zûtirîn dem de dev ji şer berdin û pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.”

Sîval Revê

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24