Li bajarê Draguignan ê Fransayê 3 kes hatin binçavkirin û ji bo 3 kesan jî banga îfade dayînê hat kirin.
Polîsên Fransayê duh serê sibê bi ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û malên Kurdan de girtin û xebatkarên Meclîsa Gel a navendê Erdal Çelîk, Şenol Karadag û Ridvan Al Gemî binçav kirin.
Hevserokê komeleyê Osman Sonmez û xebatkarê meclîsê Şahîn Al Ordek jî tê de ji bo îfadeyê bang li 3 kesan hat kirin.
Li gorî agahiyan, polîsên antî-terorê serdegirtin pêk anîne û di serdegirtinê de hin belgeyên fermî yên komeleyê û hin dokumenter jî di nav de gelek belge desteser kirine.
Derbarê sedema serdegirtinê de heya niha ti daxuyeniyeke fermî nehatiye dayîn.
'Ti zext nikare têkoşîna demokratîk a gelê Kurd rawestîne'
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Navenda Civaka Demokratîk a Draguignanê bi daxuyaniyên xwe nerazîbûn nîşanî polîsên Fransayê dan.
Navenda civaka Demokratîk di daxuyaniya xwe de bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku li komeleya xwe xwedî derkevin. Piştî banga Navendê Kurdistanîyên li herêmê li ber komeleyê kom bûn.
KCDK-E jî bi daxuyaniyekê, li hember serdegirtinan nerazîbûna xwe nîşan da û wiha berdewam kir: "Ti zext nikare têkoşîna demokratîk a gelê Kurd rawestîne."
KCDK-E di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Kurdên li Ewropayê piştgirî didin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha lê zêde kir: "Destwerdanên polîsan ên di vê demê de ji bo Kurdên ku mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin cihê fikaran e.
KCDK-E di dawiya duxuyaniya xwe de got ku têkoşîn û mafên demokratîk ên gelê Kurd ti nikare asteng bike; ti destwerdan wê nikaribe gelê me ji daxwazên wan ên mafdar vegerîne.