Li Taywanê ji ber lehiyekê 14 kes mirin

Li Taywanê ji ber lehiyekê 14 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 124 kesên din jî winda ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rayedarên Taywanê ragihandin ku Tofana Rajasa û rabûna lehiyekê bûye sedama hilweşîna pirekê û bendaveke xwezayî.

Her wiha rayedaran dan zanîn ku çend gundên nêzîkî bendavê di bin avê de mane û bi sedan sivîl li wir asê mane.

Berpirsê hikûmetê Lee Kuan-ting eşkere kir ku li rojhilata Taywanê ji ber lehiyê, 14 kesan jiyana xwe ji dest daye,18 kes jî birîndar bûn û 124 kesên din jî winda ne.

Hate diyarkirin ku tîmên rizgarkirinê zêdetirî 3 hezar kes ji bajarokên Guangfu, Fenglin û Wanrongê veguhastine cihên bi ewle.

Ji ber xeteriya rewşê çûyîn û hatin û seferên hewayî hatin sekinandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye