Nûnerê Serokê Rusyayê Vladimir Putin Kirlli Dmitriev diyar dike ku projeya were avakirin maliyeta wê 8 mîlyar dolar e û dê vê maliyetê Moskova pêşwazî bike.
Kirllî Dmitriev ragihand ku dê xeta rêhesinî 112 Km bê û got: "Xewna girêdana Dewletên Yekbûyî û Rûsyayê bi rêya Tengava Bering vîzyonek demdirêj nîşan dide, ji Rêhesina Sîbîrya-Alaska ya 1904'an bigire heya plana Rûsyayê ya 2007'an."
Nûnerê Putin her wiha dide zanîn ku şîrketên enerjiyê yên herî mezin ên Amerîkayê dê vê tunelê ava bikin.
Dmitriev eşkere kir ku ramanên girêdana her du herêman bi kêmî 150 sal in hene.
Du giravên biçûk ên Diomede, yek ji wan Rûsî û yek jî Amerîkî ye ku li nîvê tengavê ne û tenê çar kîlometre ji hev dûr in.