Di êrîşa Rûsya li ser Ûkraynayê 8 kes hatin kuştin

Rûsya careke din êrîşeke dijwar li dijî Ûkraynayê pêk anî. Di êrîşa esmanî ya Rûsyayê ya li ser Kîeva paytexta Ûkraynayê de 8 kes hatin kuştin û 33 kes jî birîndar bûn. Êdî şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de berfireh dibe. Ev çend car in Wezareta Parastinê ya Romanyayê dibêje ku wan dronên Rûsyayê xistine xwarê. Wezaretê îro jî ragihand ku di dema êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê de, dronek li nav axa Romanyayê ket xwarê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rûsyayê êrîşeke nû li dijî Ûkraynayê pêk anî.

Di êrîşa esmanî ya Rûsyayê ya li ser Kîeva paytexta Ûkraynayê de 8 kes hatin kuştin û 33 kes jî birîndar bûn.

Serokê Şaredariya Kîevê Vitali Klitschko li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Rûsyayê bi mûşekan êrîşî paytextê kiriye.

Di êrîşê de nexweşxaneya zarokan zirar dît

Klitschko da zanîn ku li gelek taxên bajêr xisar çêbûye û got:

“Li taxa Solomyanskê avahiya nexweşxaneyeke zarokan zirar dît.”

Klitschko diyar kir ku li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de 8 kes hatine kuştin û 33 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya Xizmeta Rewşa Awarte ya Ûkraynayê de hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li 3 taxên Kîevê berdewam dikin.

Êrîşî ser Jîtomîrê jî hat kirin 42 kuştî û birîndar hene

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku artêşa Rûsyayê li herêma Jîtomîrê ya Ûkraynayê jî êrîşek pêk aniye.

Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de jî 2 kes hatine kuştin û 40 kes jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku ji ber êrîşê li navendeke polîsan a li herêmê şewat derketiye.

Dronek Rûsyayê li nav axa Romanyayê ket xwarê

Li milekî din jî Wezareta Parastinê ya Romanyayê îro ragihand ku di dema êrîşa Rûsya ya li ser Ûkraynayayê de, dronek li nav axa Romanyayê ket xwarê.

Wezaretê diyar kir ku dron li deverek vala ketiye.

Yekşema borî, Wezareta Parastinê ya Romanyayê ragihandibû ku wan droneke Rûsyayê xistibû xwarê.

Îsal ev çaremîn drona Rûsyayê ku li Romanyayê tê xistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye