Li Tengava Hurmizê 3 êrîş li ser keştiyan pêk hat

Ajansa Operasyonên Deryayî ya Birîtaniyayê 3 êrîş li ser tankerên petrolê li Tengava Hurmizê ragihand. Wezîrê karê Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî jî, Amerîka û Îsraîl bi sedemên sereke yên bê ewlehiyê di keştîvaniya bazirganî ya li Tengava Hurmizê sucdar kir. Her wiha berpirsekî Amerîkî jî, diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê dorpêça xwe li ser Îranê tundtir bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Tengava Hurmizê êrîş li ser keştiyan beredewam dike.

Ajansa Operasyonên Deryayî ya Brîtaniyayê ragihand ku tankereke petrolê dema ku ket Tengava Hurmizê, 11 mîlên deryayî li bakurê Xesabê û Umanê, ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve hatiye astengkirin.

Her wiha Ajansê 3 êrîşên cuda yên li ser tankerên petrolê li Tengava Hurmizê ragihand.

Li gorî vê çavkaniyê tankereke gaza xwezayî ya şilkirî û tankereke petrola xav hatine armancgirtin.

Ajansa Operasyonên Deryayî ya Brîtaniyayê got ku rayedar bûyeran lêkolîn dikin û ji keştîyan xwest ku bi baldarî tev bigerin.

Eraqçî: Amerîka û Îsraîl sedemên sereke yên bêewlehiya Tengava Hurmizê ne

Di heman çarşoveya Tengava Humizê de, Wezîrê karê Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî jî, ragihand ku Amerîka û Îsraîl wekî sedemên sereke yên bê ewlehiyê di keştîvaniya bazirganî ya li Tengava Hurmizê ne û ev yek desnîşan kir:

"Komara Îslamî bi biryardarî berjewendî û ewlehiya xwe ya neteweyî parastiye û dê biparêze.

Di heman demê de qet dudilî nekiriye ku amûrên dîplomatîk bikar bîne da ku pêşî li zêdebûna rageşiyê bigire."

"DYA`yê dê dorpêça xwe ya deryayî li ser Îranê tundtir bike" 

Li aliyekî din jî, berpirsekî Amerîkî ji kenala Al Jazerayê re got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê dorpêça li ser Îranê tundtir bikin.

Li gorî heman çavkaniyê vî berpirsê Amerîkî diyar kir ku dorpêçê bandorên mezin li Îranê kiriye û welat bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû ma ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye