Darizandina girtiyên DAIŞ'ê wê çawa be

Dosyeya Çekdarên DAIŞ'ê li Sûriyê û Îraqê di rojevê de ye. Îraqê ji bo darizandina çekdarên DAIŞ'ê yên ku ji Sûriyê veguhezîne Îraqê, amadekarî temam kirine. Li gorî rayedarê Îraqî zêdetirî 4 hezar û 500 DAIŞ'î ji Sûriyê anîne Îraqê, wê li gorî yasayê werin darizandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di destpêka sala 2003'an de piştî şerê Îraqê û hilweşîna Hikûmeta Sadam Hussein di qada valahiya ewlekariyê de Al Qaeda derket holê.

Di destpêkê de bi navê Al Qaeda di bin berpirsiyariya Abu Musab al-Zarqawi de xwe bi rêxistin kir.

Lê di navbera 2013 û 2014'an de ISIS ango DAIŞ'ê li herêmê xwe bi rêxistin kir.

Her wiha ji 2017'an ve, hêzên Îraqê û koalîsyona navneteweyî gelek herêmên wan vegerandin.

Niha careke din piştî şerê li Sûriyê DAIŞ'ê ketiye rojevê.

Çekdarên DAIŞ'ê li Sûriyê û Îraqê belav bûbûn, bi taybet li Sûriyê piştî şikandina wan li Kobanê û gelek bajarên din ji aliyê Hêzên kurdî YPG û YPJ'ê vê hatin kontrol kirin.

Çekdarên DAIŞ'ê li Sûriyê di zindana Şedadê, Reqayê û Hesekê de hatibûn girtin.

Her wiha bi hezaran jin û zarokên DAIŞ'ê di Kampa Hol û li bajarê Dêrîkê kampa Roj de, ji aliyê Kaolosyona navnetewî û Hêzên Sûriye Demokratîk ve hatibûn kontrolkirin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) 21'ê Kanûna Paşîn a îsal dest bi veguhestina wan girtiyan kiribû.

 

Zêdetirî 4 hezar û 500 DAIŞ'î ji sûriyê veguhandin îraqê

 

Her wiha ji kampa Hol û Roj bi dehan malbatên Îraqî li welatê wan hatin vegerandin.

Li gorî Rayedarê Îraqî zêdetirî 4 hezar û 500 DAIŞ'î ji Sûriyê anîne Îraqê.

Piştî ku Çekdarên DAIŞ'ê anîn Îraqê, Îraqê amadekariya darizandina DAIŞ'iyan temam kir.

Ew çekdar niha li Girtîgeha Kerxê ya li Bexdayê girtî ne, piranî ji wan çekdarên navborî welatiyên gelek welatên cîhanê ne.

 

Li gorî daneya dabeşbûna çekdaran piraniya wan ji sûriyê ne

 

Piraniya çekdaran ji Sûriyê ne ku hejmara wan 3 hezar û 544 çekdar e.

Li pey wê Îraq bi 460 û Tûnis jî bi 234 çekdaran tên.

Li gorî hinek daneyan dabeşbûna hejmara çekdaran li gorî welat û herêmên cîhanê wiha ye:

 

Sûriye: 3,544

 Îraq: 460

Tûnis: 234

Mexrib: 187

Tirkiye: 181

Tirkmenistan: 165

Rûsya: 130

Misir: 116

Siûdî: 68

Tacîkistan: 63

Azerbeycan: 55

Endonezya: 46

Qirxizistan: 42

Ozbekistan: 36

Almanya: 27

Her wiha Efxanistan û Cezayîr 25

Lîbya: 24

Ji Bosna û Îran 23

Urdin: 19

Pakistan: 17

Ji Awistralya, Libnan û Ukrayna 13

Brîtanya: 10

Ji Yemen û Holenda 9

Ji Albanya, Swêd, Belçîka û Sûdan 8

Ji Amerîkaya Başûr û Çeçenistan 7

Ji Behreyn û Gurcistan 6

Ji Çîn, Filistîn, Kanada, Malezya, Trînîdad û Tobago 5

Ji Fransa û Qazaxistan 4

Her wiha ji Bangladeş, Maldîv,Daxistan, Swîsre û Kosova 3 ê

Ji Polonya, Danîmarka, Sirbistan, Somalî, Amerîka û Awisturya 2

Ji Perava Acê, Hindistan,Îsraîl,Îrlanda, Afrîkaya Başûr, Zelendaya Nû, Spanya, Giravên Seyşelê û Guantanamo 1

 

Çekdar wê li gorî yasaya dijeterorê ya bi hejmara 13 a sala 2005'an werin darizandin

 

Ev serjimêrî piştî ku Hikumeta Îraqê DAIŞ'ên ku ji Sûriyê veguhestine Îraqê darizandin û lêpirsîn kirin, di Çarçoveya yasayî ya darizandina wan de derket.

Li gorî agahiyan çekdar wê li gorî Yasaya Dijeterorê ya bi hejmara 13 a sala 2005'an werin darizandin.

Li gorî vê yasayê, cudahî di navbera kesê ku şer kiriye û kesê ku tenê alîkariya komê kiriye de nîn e.

Hemû jî wê rûbirûyî cezayê îdamê yan jî zindana hetahetayê bibin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye