Mamoste û şagirtên Hesekê xwepêşandanek li dar xistin
Li ser biryarnameya têkildarî zimanê Kurdî ku ji aliyê Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyê ve hat derxistin, gelek bertek derdikevin. Şagirt û Mamosteyên bajarê Hesekê li pêşiya Gerînendeya Perwerde û Fêrkirinê ya Parêzgeha Hesekê daxuyaniyek dan.