Wezareta Enerjiyê ya hikumetê eşkere kir ku asta ava bendava Kedîranê wê 900 mîtrekub di saniyeke de bilind bibe û dibe ku bihêje hezarî.
Wezaretê bang li niştecihên Dêrazor û Reqayê kir ku nêzî çemê Firatê nebin .
Her wiha Wezareta Enerjiyê diyar kir ku dibe asta ava çemê Firatê ku ji aliyê Tirkiyê ve tê berdan di du rojên pêş de bihêje hezarî.
Wezaretê ji niştecihên Dêrazor û Reqayê xwest ku hişyar bin, nêzî qiraxên çemê Firatê nebin û avjeniyê tê de nekin.