Piştî ku serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky hişyariyeke mezin da Rûsyayê, îro paytexta Ûkraynayê Kîevê, rastî êrîşeke nû hat.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku leşkerên wê Kîev û şeş herêmên din ên Ûkraynayî armanc kirine.
Bi taybetî cihên tesîsên hilberandina mûşek û dronan armanc kirine.
Her wiha wezaretê peyam da ku di şevekê de, tesîsên bender û tamîrkirina keştiyan li herêma Odessa û keştiyên ku ji bo hêzên Ûkraynayê dixebitin, armanc kirine.
Malpera Kyiv Independent, wê jî ji hêla xwe ve destnîşan kir ku Rûsyayê êrîşeke mezin li ser paytexta wan daye destpêkirin.
Kyiv Independent da zanîn ku "Mûşek, yek li dû yekê ketin, herî kêm 10 heta 12 teqîn hatin jimartin. Deng li navenda bajêr pir bilind bû."
Têkildarî vê êrîşê, Şaredarê Kîev Vitali Klitschko jî axivî û destnîşan kir ku devereke bêmirov li navçeya Obolonê hatiye topbarankirin.
Di êrîşên ku zirar da avahî û depoyên li bajêr de, du kes li paytexta Ûkraynayê hatin kuştin.
zelenskyy: 11 kes bi 70 mûşek û dronên Rûsyayê hatin kuştin
Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskyy jî diyar kir ku Rûsyayê 70 mûşek û dron avêtin Ûkraynayê.
Di encamê de herî kêm 11 kes hatin kuştin.
Volodymyr Zelenskyy got:
"Yek ji armancên sereke binesaziya me ya enerjiyê bû.
Rûsan dixwest derbeyeke biêş û berbiçav li me bidin."
Zelenskyy wiha berdewam kir:
"Mûşekên balîstîk ên Rûsyayê hîn jî di asta herî bilind de pirsgirêkên mezin in.
Pergalên berevaniya esmanî niha ji bo me pêdiviyeke jiyanî ne."
Şerê Rûsya û Ûkraynayê ji di 24’ê sibata 2022’yan de dest pê kiribû û gelek kuştin, talanî û wêranî bi xwe re anî û hîna jî berdewame.