Şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de, bi êrîşên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê ku ji 28 Sibata 2026'an ve dane destpêkirin, di roja 34’an de didome.
Di vî şerî de DYA û Îsraîlê armanc dikirin ku di demeke nêzîk de li Îranê guhertinên mezin bikin.
Lê di vê mijarê de, ji daxuyaniyan tên dayîn bi qasî ku tê xuyakirin wekî ew dixwazin pêk nayê.
Trump: Em cidî ne ku xwe ji NATO’yê vekişînin
Bi taybet Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump her ku diçe di vê mijarê de balê dikşîne ser piştgîrînedayîn û netevlîbûna şer ya NATO'yê.
Donald Trump, ji rojnameya Ingilîz The Telegraph re axivî û têkildarî paşeroja NATO'yê nîqaş dan destpêkirin.
Trump got ku ji ber ku endamên NATO'yê tevlî şerê li hemberî Îranê nebûn û li Tengava Hurmizê bi rola leşkerî ranebûn, DYA bi rengekî cidî difikire ku xwe ji NATO'yê vekişîne.
Trump, îdea kir ku DYA'yê bi salan e ji bo hevalbendên xwe berdêlan ddide û got:
"Em ji bo wan her tim hebûn, lê belê ew ji bo me nebûn."
Trump, NATO weke "pilingê ji kaxizê" nirxand û got ku vekişîna ji NATO’yê, êdî qonaxa fikirînê derbas kiriye.
Trump, wiha domand:
"Ez qet ji NATO`yê bandor nebûme. Ez bi cidî li ser vekişîna ji NATO`yê difikirim.
Min her gav dizanîbû ku ew pilingên kaxezî bûn û Putin jî vê yekê dizane."
Marco Rubio: Em xeta dawiyê dibînin

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio jî li ser hesabê xwe yê X’ê sedema êrîşa li dijî Îranê parve kir û got:
"Ev pevçûn dê bi mehan nedome, dê di nava çend hefteyan de bi dawî bibe, em xeta dawiyê dibînin."
Rubio, her wiha piştgirînedayîna welatên NATO û Ewropayê jî rexne kir û got:
"Heke NATO tenê dema em wan diparêzin hebe, lê dema pêdiviya me pê dibe baregehên xwe nedin, wê demê ev ne verastkirineke baş e."