Îraq plan dike ku beşekê ji asmanê xwe ji bo firîna balafirên sivîl veke

Wezareta Veguhastinê ya Îraqê, ragihand ku ew plan dikin ku li gorî pîvanên navdewletî, beşekê ji asmanê welêt ji bo firîna balafirên sivîl veke.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Îro, berpirsê ragihandinê yê Wezareta Veguhastinê yê Îraqê, Meysem Safî ragihand ku hikûmetê tîmên teknîkî erkdar kirine ku vekirina hin beşên qada hewayî ya Îraqê lêkolîn bikin.

 

Meysem Safî, bal kişand ser sedema girtina asmanê welatê xwe û got:

 

"Ev biryar wekî "tedbîreke xweparastinê" ji ber şer û geşedanên leşkerî yên li herêmê diqewimin, hatiye girtin.

 

Ev pêngav ji bo parastina jiyana geştiyaran û kompanyayên firokevaniyê hatiye avêtin.

 

Ev yek ji bo kêmkirina ziyanên aborî yên girtina asmanê Îraqê û vegerandina jiyana asayî ya sektorê pir girîng e."

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye